Îranê 5 kesên din girtin

Pêncşem 21 Çile 2021 - 01:44

Rejîma Îranê li dijî Kurdan dest bi pêleke girtinê kiriye. Di çarçoveya van êrişên rejîma Tehranê de  5 kesên din hatin girtin.

Ji 8’ê Çileyê 2021’an ve rejima Îranê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî çalakvan, aktivîst, xwendekar û welatiyên Kurd dest bi pêla binçavkirinê kiriye. Li gorî agahiyan her 5 kesên din li bajarên Pîranşar û Nexede hatin girtin.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku yek ji kesên girtî Ferîdûn Edwayî yê ji gundê Silên ê ser bi Sewlaw ya Sineyê ye û 18 Çile hatiye girtin.

Pêr jî welatiyên bi navê Resul Lawaze li Pîranşar, Kerîm Xelîfan û Hisam Edîn Xizrî jî li gundê Kanî Budax a ser bi Pîranşarê hatine binçavkirin. Herwiha welatiyê bi navê Rehman Deryazî yê xelkê gundê Şawle ya ser bi Nexede, dema ber bi gundê Piso ve diçû, hatiye girtin. Li gorî agahiyan beriya ku Rehman were binçavkirin, êşkence lê hatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye ji 8’ê Çileyê ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê zêdetirî 40 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û heya niha jî aqûbeta wan nayê zanîn.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.