Îran Kurdistanê dike heps

Sêşem 4 Cotmeh 2022 - 01:29

  • Li Rojhilatê Kurdistanê êrişên rejîma Îranê bi kirêgirtiyan dijwartir dibin. Li gorî daneyên Hengawê bêhtirî 2 hezar kesan li Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin. Rêxistinê nav û nîşanên 23 şehîdên li Rojhilatê Kurdistanê jî eşkere kirin.  

Xwepêşandan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bi pêşenegiya xwendekarên zanîngehan didomin. Li gorî bilançoyên herî dawî jimara kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dayîn herî kêm bûye 130. Li gorî hin hesabên muxalifan ev hejmar 400 e.

Li zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê bi taybet yên li bajarên Sine, Kirmaşan û her wiha li zanîngehên mezin yên Îranê keç û kur bi hev re daketin kolanan û rejîma Îranê protesto kirin. Protestoyên li dijî rejîmê piştî ku Jîna Amînî di encama êşkenceya polêsê hîcabê yê rejîmê şehîd bû, 16´ê Îlonê ji Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiribû.   

Pêr bi şev hêzên Rejîma Îranê li zanîngeha Pişesazî ya Şerîfî a Tehranê, êrişî xwendekarên zanîngehê kir û gelek xwendekar birîndar kirin. Her wiha li gorî agahiyên ji xwendekaran hatîine girtin, qederê 40 xwendekarî jî hatine binçav kirin. Hêzên rejîmê bi saetan dor li xwendekarên zanîngehê girt û gelek welatî bi hewara xwendekaran ve çûn.

 

Zanîngehên Kurdistanê pêşeng in

Li ber deriyên zanîngehan û li bajaran ev 16 roj in xwepêşandan û çalakî bi şêweyên cuda didomin.

Li Seqizê komek jinên ciwan bi avêtina laçik û serpoşên xwe nerazîbûna xwe nîşan da û welatiyan piştevaniya wan kir. Her wiha li Sine jî di xwepêşandanekê de jinan li ber diruşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ govend gerand.

Li Urmiye, Îlam û Kirmaşanê jî welatî li kolanan bûn û bi dirûşmeyên li dijî rejîm û desthilatdariyê xwepêşandan û çalakiyên xwe dewam kirin. Di heman demê de li Mehabad û Banê hêzeke mezin ji kirêgirtiyên Kurd û hêzên din yên leşkerî hatine bicihkirin.

Li gorî bilançoya herî dawî ya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê heta niha di xwepêşandanan de herî kêm 130 kes hatine kuştin. Li gorî agahiyên rêxistinên mafê mirovan ên ser bi muxalefeta Îranê, ev hejmar bûye 400.

 

Greva KODAR´ê çû serî

PJAK, KJAR û Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi daxuyaniyeke hevbeş bang li bang li xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir da ku greva giştî bikin. Wan got, raperîna heyî gihîştiye asteke berbiçav û pêwîstî bi pêngaveke di asta bilindtir de heye. Xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi neçûna ser kar û venekirina deriyên dikanên xwe bersiv da vê banga KODAR´ê. Wêne û dîmenên ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê nîşan didin ku xelkê greva giştî kiriye û banga KODAR´ê çûye serî.

Her wiha li aliyekî din 400 nivîskar û wergerên Îranê banga greva giştî kiribûn û ragihandibûn ku divê li seranserê cîhanê nehêlin ku bar û giraniya dewamkirina serhildanê tenê li ser milê kesên daketine kolanan, bimîne.

 

Bêhtirî 2 hezar kesan girtine

Li aliyê din Rêxistina Mafê Mirovan Hngawê rapora xwe ya 8´an eşkere kir û tê de navên şehîdên raperînê yên ku eşkere bûne jî cihê xwe girtin. Li gorî raporê herî kêm 23 welatî li Rojhilatê Kurdistanê di encama êrişên hêzên rejîma Îranê de şehîd bûne, 1138 welatî birîndar bûne û hêzên rejîmê bêhtirî 2 hezar welatiyan kirine nezaretê. Hengawê navê 400 ji wan belge kiriye. 

Li gorî raporê li parêzgehên li jêr welatî hatine şehîd kirin:

 

Oşnawiye

1- Emîn Marefet, 16 salî

2- Mîlan Heqîqî 

3- Sedruddîn Lîtanî  

4- Abdulselam Qadir Gelwan

 

Urmiye

1- Fercad Derwîşî 

2- Ebdullah Mihemedpûr, 16 salî

3- Daneş Rehname

 

Îslamabada Xerbê

1- Seîd Mihemedî

2- Amir Fuladi, 16 salî 

3- Îman Mihemedî

 

Kirmaşan

1- Mînû Mecîdî 

2- Reza Sepehrniya

3- Amir Hossein Basati, 15 salî

 

Dîwandere

1- Fuad Qadimî 

2- Muhsîn Mihemedî

 

Pîranşar 

1- Zekeriya Xeyal, 16 salî 

2- Semad Bergîniya

 

Seqiz: Ferîdûn Mehmûdî

Îlam: Muhsîn Qeyserî

Dehgolan: Reza Lutfî

Quçan: Elî Mizaferî Salanqoç, 17 salî

Sonxar: Elîreza Fethî

Merîwan: Muxtar Ehmedî

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.