• Hevserokê KMMK'ê Cehangîr Ebdulahî dibêje bi yekdengiya hêzên Kurdistanî li rojhilatê Kurdistanê, siyaseta rejîmê ya girtin û êşkenceyê dikare bê sînordarkirin.

Hevserokê KMMK'ê Cehangîr Ebdulahî ji Ajansa Nûçeya a Firatê (ANF) re peyivî û got, "Eger em bixwazin pêşiya vê rejîmê bigirin û dawî li vê zext û êşkence bînin, divê bi hev re û bi hevdengî helwêstê nîşan bidin.". 

Ev demeke dirêj e ku rejîma Îranê li Kurdistan dest bi girtina çalakgerên civaka sivîl kiriye. Di heman demê de daxwazên rewa yên maf û azadiyan ên miletê Belûç jî tên tepisandin. Ji ANF´ê Dersim Seqiz li ser erka dikeve ser milê saziyên civaka sivîl û yên mafê mirovan bi Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) Cehangîr Ebdulahî re peyivî.

Li ser pirsa sedema zêdekirina zextan û nexasim bidarvekirinan li dijê Kurdên Rojhilat, Ebdulahî got, "Rewatiya Komara Îslamî ya Îranê roj bi roj kêm dibe û bêhtir ji gel re eşkere dibe ku ew nikarin ji bo paşerojeke geş û baş pişta xwe bispêrin vê rejîm û sîstemê. Her wiha nikarin bi guhertin û reformîzekirinê, vê rejîmê biguherînin û daxwaz û hêviyên xwe bi rêya wê rejîmê pêk bînin."

Bi kevirekê du nîşanan hiltîne

Bi ya wî bi girtina beşek ji çalakgerên sivîl du siyasetan pêk tîne:

"Ya yekê, dozê li wan çalakgeran vedike û piştî demekê ango çend mehan, bi danîna barimte û bi şert wan serbest dike. Di vê planê de ew çalakvanên sivîl êdî nikarin ti çalakiyê li dar bixin û rejîm wan bê bandor dike.

Ya diduyê, bi girtina hin kesan, rejîm çalakgerên mayî û xelkê ditirsîne, û bi vî rengî wan jî ji çalakiyan dûr dixe."

Armanca herduyan jî bi ya wî avakirina civakeke tirsiyayî û parçebûyî ye.

Yekgirtî li dijî girtin û êşkencê

Li ser aqûbeta girtiyan û dewamkirina girtina çalakgeran û rêyên xwe parastinê jî ew hizra xwe wiha îfade dike: "Bê guman ji bo pûçkirina armancên rejîmê, pêwîst e saziyên civaka sivîl, gel û partiyên Kurdistanî helwêsteke guncaw nîşan bidin. Saziyên civaka sivîl bi taybetî navendên mafê mirovan mîna KMMK´ê divê raya giştî ji wan binpêkirinên mafê mirovan haydar bikin û saziyên cîhanî agadar bikin. Pêwîst e gel bi yekdengî daxwaza bidawîkirina siyaseta girtinê û êşkencê bike, û bi kampanyayeke hevbeş daxwaza azadiya demildest ya girtiyan bike."

Divê bi bersiva guncaw bê dayîn

Li gorî wî partiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê jî pêwîst e hem di asta cîhanî û hem jî navxweyî xebat û çalakiyên xwe bikin, bi rola rabin. Ew wiha dewam dike: "Zexta siyasî û dîplomatîk li ser asta cîhanî li rejîmê bikin û dawî li destdirêjiyên rejîmê yên ji derve bê anîn. Divê ewqasî hêz û kêrhatiyê nîşan bidin ku rejîma Îranê nekaribe wiha hêsan xelkê bixe nezaretê, bixe hepsê. Pêwîst e berdêlan li ber çav bigirin û bersiveke guncaw bidîn."

Rejîm Kurd Belûc û Ereban
mexdûrtir dike

Li ser pirsa rola muhtemel a saziyên li derveyî Îranê jî Hevserokê KMMK'ê Cehangîr Ebdulahî dibêje, "Bi taybetî rêxistinên mafê mirovan dikarin bi xebatên hevbeş, hevdengiyeke mezin a cîhanê ji bo mijarê saz bikin, bi taybetî saziyên cîhanî yên wek Neteweyên Yekbûyî, navendên mafê mirovan ên cîhanî û hwd. Pêwîst e em vê yekê li ber çav bigirin ku ev siyaseta rejîma Îranê tenê taybet ji bo Kurdistanê nîne, belku li Belûçistan û Ehwazê jî heman siyasetê bi rê ve dibin. Wek mînak di nava çend rojên bihurî de bi dehan kes li Belûçistan ji aliyê rejîma Îranê ve hatin qetilkirin û bi sedan kes jî ji ber gulebaranên rasterast ên hêzên Sipahê Îranê birîndar bûne. Ev yek ji derveyî wan welatiyên Belûçî ye ku di dema kombûnan de hatine girtin. Komara Îslamî ya Îranê siyaseta hejarî, bêkarî û nexwendinê li ser wan jî ferz dike, çawa ku li ser Rojhilatê Kurdistanê pêk tîne, gelê Belûç jî ji hemû mafan bêpar hatiye hiştin, lewma ev gel neçar in, ji bo debara jiyana xwe karê soteberî bikin. Rejîm dîsa jî dest ji wan bernade û wek kolberên li Rojhilatê Kurdistanê wana jî qetil dike."