Insîyatîfa Jinê: Şewitandin polîtîkaya dewletê ye

Duşem 24 Hezîran 2024 - 00:31

Înîsiyatîfa Jinê ya Başûrê Kurdistanê têkildarî şewat û êrişên qirkirina ekolojîk ên demên dawî daxuyaniyek weşand. Insîyatîvê di daxuyaniyê de got,’’ Bi bombekirina çiyayên me û gundên me xwezaya me talan dikin. Niha jî daristanên me dişewitînin. Ev yek polîtîkayeke bi zanebûn a dewleta Tirk e."

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên kesên di şewata li Amed û Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dan hate xwestin û hate gotin, "Dewleta Tirk a dagirker ne tenê hewl dide çanda me û zimanê me tine bike, di heman demê de xwezaya me qir dike. Li Kurdistanê felaketeke xwezayî nîne, felaketa esasî dewleta Tirk û kiryarên wê ye.’’

Polîtîkaya dewletê ye

Bi domdarî hate gotin,’’ Birîna daran û bikaranîna çekên kîmyewî xaka me herimandiye. Bi bombekirina çiyayên me û gundên me xwezaya me talan dikin. Niha jî daristanên me dişewitînin. Ev yek polîtîkayeke bi zanebûn a dewleta Tirk e."

Helwestê geştir bikin

Înîsiyatîfê bang li gelê Kurd kir ku helwesta xwe ya li dijî talanê hîn mezin bike û got, "Dewleta Tirk bi ti awayî alîkariyê nade gelê Kurd. Şewatên li Kurdistanê hewldanek ji bo tinekirina xwezaya Kurdistanê ye."

Em bêdeng namînin

Înîsiyatîfê got, "Divê gelê me li dijî dewleta Tirk a dagirker bibe yek û li dijî vê zilmê sekneke xurt nîşan bide. Li dijî sûcên dewleta Tirk ên li Kurdistanê divê em bêdeng nemînin."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.