'Înîsiyatîfa Nîştimanî ji bo Efrînê' bi daxuyaniyekê encamên kongraya xwe ya damezrêner a 20`ê Tebaxê eşkere kirin. Daxuyaniya têkildarî mijarê doh hat dayîn. Înîsîyatîfê got, “Însiyatîfa Nîştimanî ji bo Efrînê” civîna xwe ya demzrêner li bajarê Elmanyayê Bonnê li dar xistiye û bêhtirî 80 çalakvan, rewşenbîr, akademisyen û rojnamevanên Efrînê beşdar bûne. Piştî kongreyê, înîsiyatîf 22`ê Tebaxa 2021´ê jî hatiye damezirandin û navê “Însiyatîfa Nîştimanî ji bo Efrînê” jî hatiye qebûlkirin. 

Însiyatîfê biryar û pêşniyazên têkildarî eşkerekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xelkê Çiyayê Kurmênc weke esas qebûl kir û danî ber xwe ku vê dozê bike "dozeke raya giştî." Ew ê her wiha hewl bide sûcdarên şer, ên qirkirin û jenosîdê yê li Efrînê jî li ber dadgehên navneteweyî bide dadgehkirin. 

Di dawiya civînê de meclisa rêveber a ji 13 kesan hate avakirin. Ev rêveberî wê komîteyên dîplomatîk, hiqûqî, çandî, çalakî û diravî ava bike û bi rêve bibe.

BONN