- Yek ji penaberên ji qezaya li Kanala Manchê sax filitî, Mihemed Şêxa Ehmed e.
Yek ji penaberên ji qezaya li Kanala Manchê sax filitî, Mihemed Şêxa Ehmed e. Mihemed Şêxa Ehmed dibêje, wan ji bo hewarê bang li hêzên parastina peravê yên Ingilîz kiriye, lê wan xwe tev nedaye. Yanî lê temaşe kirine ku 31 penaber bixeniqin.
Li gorî Mihemed Şêxa Ehmed ji kanaleke televîzyonê ya ji Başûrê Kurdistanê re peyivî, gava aliyê rastê yê bota wan a pifdayî teqiyaye û fişbûye, wan pêşî hewara xwe gihandiye polêsê Fransî û wiha dewam dike: "Paşê me cihê xwe ji polêsê Fransî re şand û wan ji me re got, hûn li nav avên Ingilîz de ne. Me telefonî Brîtanyayê kir. Wan got, telefonî polêsê Fransî bikin. Du kesan telefon dikir, yekî telefonî Fransa yê din telefonî Ingilîstanê dikir."
Li gorî nûçeya heman kanalê, xizmekî du penaberên di botê de cihê wan zindî şopandiye û dibêje, penaber gihiştibûn avên Ingilîstanê. Li gorî wî, ew li nav avên Ingillîstanê xeniqîn û avê cenazeyên wan li peravên Fransayê xistin. Ew dibêje, “Beriya bixeniqin bi 45 deqîqeyan ew gihiştibûn avên Ingilîstanê. Ji sedî sed wan xwe gihand polêsê Ingilîz û heta wan got, ew dikarin bi wan ve bên."
Ingilîstan van îdîayan hemûyan red dike, lê dibêje, ew lê dikole ka gelo penaberan ji bo hewarê telefonî wan kiriye yan na.
Mihemed Şêxa Ehmed, dibêje 33 penaber di botê de bûn. Yanî 31 penaber li gorî wî xeniqîne, lê tenê 27 cenaze hatine dîtin.
Mihemed bi xwe ji Qeladizê ye û ji bo dermankirina xwişka xwe dixwaze biçe Ingilîstanê.
NAVENDA NÛÇEYAN