Îmaja jinê ya di sînemayê de

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 20 Mijdar 2023 - 00:23

RAJA KHAYRAT / NÛJÎNHA / MEXRÎB

Festîvala Filmên Jinan a Navneteweyî ya li Salê dewam dike. Lêkolînera Tûnisî Ensaf Wahîba ya li Zanîngeha New Sorbonne ya Fransayê profersor e, pirtûka xwe ya bi navê "Di Sînemaya Ereb de Îmaja Jinê” îmze kir. 

Ensaf Wahîba, da zanîn ku derhênerên jin ên Tûnisî û Mexribê hem ji aliyê hejmarî û hem ji aliyê babetên ku dinirxînin di warê sînemayê de bûne pêşeng. Her wiha wê got; “Êdî dem hatiye ku di sînemayê de klîşeyên li ser jinan werin rakirin û bi ferasetek nû dest bi nivîsandina senaryoyê bikin. Pirtûka min lêkolîna ku min li ser îmaja jinan a di sînemaya Tûnisê de kirin, dihewîne. Min bi lêkolînerên 16 welatên Ereb re hevdîtin kir. Min envanterek jinên ku li pişt kamerayê dixebitin derxist.”

Sînemavanên jin zêde bûne

Ensaf Wahîba, diyar kir li Tûnis û welatên din ên Ereb roj bi roj hejmara jinên li pişt kamerayê dixebitin zêde dibe û got: “Li hin herêman hejmara jinên li pişt kamerayê dixebitin ji ya mêran zêdetir e. Mînak li Misirê rêjeya jinên ku di montajê de dixebitin ji rêjeya mêran zêdetir e. Ez zêdebûna daxwaza jinan a ji bo karê sînemayê, girêdayî daxwaza guhertina di nava jinan de pêktê dinirxînim. Ev rewş di heman demê de girêdayî qebûlkirina hebûna jinê ya di sînemayê de ye jî.”

'Jin aktorên sereke ne'

Ensaf Wahîba, balê bir ser Salê û Aswanê û girîngiya lidarxistina festîvalên filmên jinan û got: “Sînemayê rê li ber nîqaş, diyalog û naskirina hebûna jinan a wek aktorên sereke vekir. Li cîhana Ereb hejmarek zêde jinên ku wek derhêner, sînemager an jî çêker di warê hilebrandina sînemayê de dixebitin hene. Gelek çêkerên jinên Ereb ku di komîteyên jûriyê yên festîvalên filmên Ereb û navneteweyî de cih digirin jî hene."

Divê em jinan teşwîqî sînemayê bikin

Ensaf Wahîba, behsa derhêner û çêkera Filistînî Farah Al-Arap ku di warê derhênerî û lîstikvaniyê de xelatên binirx girtiye jî kir û got: "Kewter Ben a Tûnisî bi filma xwe ya bi navê ‘The Gift’ ya berxwedana Filistînê vedibêje, xelata Oscarê wergirt. Serketina jinan a di vî qadê de, îspata vê yekê ye ku divê em jinan di warê sînemayê de jî teşwîq bikin. Ensaf Wahîba, da zanîn yek ji girîngtirîn derhênerên jin ên Ereb derhêner û çêkervana Misrî Attiyat Al-Ebnûdî ye û destnîşan kir divê carna şert û mercên fedekariyên mezin dixwazin werin avakirin da ku di warê sînemayê de ji sînemavanên jin re hîn bêhtir derfet çêbibin.”

Di sînemayê de erka lêkoleran

Ensaf Wahîba, derbarê giringiya tomarkirin û belgekirinê de jî bang kir ku divê têkildarî dîroka hebûna jinan a di sînemaya Ereb de lêkolin bên kirin û da zanîn ku di dema dawî de hin lêkolînên rojavayî gihîştine wê encamê ku li Misrê yekem damezirînerê sînemayê jin e û bê guman hîn zêdetir lêkolîn dê bibin sedema vê encamê. Ensaf Wahiba wiha gotinê xwe bi dawî kir: "Hêsankirina gihandina arşîvan û eşkerekirina nav û teknîka lîstikvanên jin ên di sînemayê de cih girtine, erka lêkolîneran e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.