Îlan kirin ava nekirin

Yekşem 19 Hezîran 2022 - 21:27

  • Çi dema pêşniyazek wiha jî hat, emê lêbikolin, bê ka destûrî ye yan na. Di çarçoveya biryara Dadgeha Federal a Iraqê de ya yan na. Piştî wê em ê bersivê bidin.”

Wezîrê Neftê yê Iraqê, Îhsan Ebdulcebar bi daxuyaniyeke ji çapemeniyê re got, “Ti pêşniyazeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo damezrandina du şirketên ji bo dîtina neftê li herêmê û bazarkirina neftê negihiştiye ber destê me. Çi dema pêşniyazek wiha jî hat, emê lêbikolin, bê ka destûrî ye yan na. Di çarçoveya biryara Dadgeha Federal a Iraqê de ya yan na. Piştî wê em ê bersivê bidin.”

Wezareta Neftê ya Iraqê derbarê hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê de 16’ê Gulana 2022’an ragihand, herêmeke xweser peymaneke neftê bi kompanyayên cîhanê re ji bo hinardekirina neft û gazê çêke, ev destûra Iraqê binpê dike û ev şirket û kompnaya wê bikevin ber taqîba edlî û hiqûqî.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî 7´ê Hezîranê ragihandibû ku ew ê şirketa KROC a taybet ji bo dîtin û derxistina neft û gazê û şirketa KOMA ya ji bo firotina nefta Herêma Kurdistanê ava bikin. Hikûmetê eşkere kir ku dibe hemahengiya van herdu kompanyayan li gel Kompanya SOMO û Wezareta Nefta Iraqê ve hebe. Di 15’ê Hezîranê de jî Kompanya Nîştimanî ya Neftê ya Iraqê diyar kir ku kompanyayên neftê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin, divê di nava sê mehan de dawî li karê xwe bînin û got, “Hege li gorî biryarê tevnegerin, ew ê bikevin lîsteya reş û nabe kar li gel wan were kirin.”

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.