Pêşbirka wêneyan “Bi çavên te welat” a jinên ciwan ên Kurd ên li Ewrûpayê dest pê kir. Di pêşbirkê de wê kolaj û wêneyên li ser evîn û dilsoziya welat bên qebûlkirin.
Kolaj û wêneyên li ser evîn û dilsoziya welat dikarin ji navnîşana E-Mailê bicavente.w@proton.me ya pêşbirkê re bên şandin. Weke alîternatîf wêne di ser hesabê Instagramê bicavente_welat re jî tên qebûlkirin.
Wêneyê serketî yê ji her şaxî dê ji hêla juriyê ve were hilbijartin. Di meha Nîsanê de berhem wê di pêşangeheke wêneyan de bên nîşandan.
Wênesazên Kurd Asli Fîlîz û Bêrîvan Dogan, û wênesaza Efxan Leila Moussa di juriyê de cihê xwe digirin.
Ji bo beşdarbûna pêşbirkê divê versiyona dîjîtal a wêne, navê wêne û agahiyên kesê ku berhem çêkiriye, werin şandin.
Komîteya Amadekar got, “Hêj jî Kurdistan çar parçe ye û di bin îstîsmar û dagirkeriyê de ye. Ji ber vê yekê, girîng e ku em hestên xwe yên li hemberî Kurdistanê ragihînin û ev jî nîşana hêza girîng e. Îfadekirina dilsoziya bi welat re jî çalakiyek e.”
NAVENDA NÛÇEYAN