Îdîaname hatiye amadekirin

Sêşem 6 Sibat 2024 - 00:49

Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî (Ciwana Sine) 1’ê Tebaxa 2023’an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatibû revandin. Werîşe Muradî ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat revandin 70 rojan jê xeber nehat girtin. Piştre hat zanîn ku Werîşe Murad li navenda binçavkirinê ya Sine ye û êşkence lê hatiye kirin.

Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku derbarê Werîşe Muradî ku li girtîgeha Evîn a li Tehranê tê girtin piştî 6 mehan îdeaname hatiye amade kirin û wiha got:“Di hefteyên borî de derbarê Werîşe Muradî ji ber endamtiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PAJK) bi sûcê ‘Li dijî ewlehiya netewî tevger kiriye’ îdeaname hatiye amadekirin. Îdîaname şandine 15’emîn Şaxa Dadgeha Tehranê.”

NÛJINHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.