Îdam bi doza azadiyê nikare

Pêncşem 15 Kanûn 2022 - 00:05

  • Li Îranê ji bo dadgehkirina xwepêşanderan şaxên taybet hatin erkdarkirin. Heta niha, dadgehên rejîmê li 400 kesan cezayê bidarvekirin birrîne. Li ser du birayên ji Şino yên cezayê bidarvekirinê hatiye birrîn jî tirsa bi darve kirinê heye. Lê raperêna “Jin jiyan azadî” serî natewîne.

Raperîna “Jin jiyan azadî” li Îranê ji 16´ê Îlonê ve dewam dike. Nexasim bi grevên karker û xwendekaran û çalakiyên li deverên mîna Rojhilatê Kurdistanê, ev raperîn zorê li rejîmê dike. Rejîmê jî ji nû ve xwe bi sioyaseta îdamê ve girt û êriş dike. 

Ji bo dadgehkirina xwepêşanderan dadgehên taybet hatine damezirandin. Van dadgehên taybet, 8’ê Kanûnê li Tehranê cezayê bidarvekirinê ê Mohsen Şekarî û di 12’ê Kanûnê de jî yê Mecîdreza Rehneverd da înfazkirin. 

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê ÎRNA yê; serdadgerê eyaleta Tehranê Alî Al-Qasî Mehr çûye serdana serokê daraza li Tehranê û dadgeha Înqilabê ya Îslamî.

Al-Qasî Mehr gotiye; li dadgeha rejîmê û bajarên eyaleta Tehranê ji bo kesên hatine binçavkirin, şaxên taybet hatine erkdarkirin. 

Di nûçeya ÎRNA’yê de tê gotin; li Tehranê li 400 kesan cezayên cuda hatine birrîn. Li 160 kesan ji 5 heta 10 salan cezayê zindanê, li 160 kesan cezayê 2 salan ê zindanê û li 70 kesan cezayê pereyan hatiye birrîn.

Herwiha derbarê nêzî hezar kesên din de yên ku tevlî çalakiyan bûne, îdîaname hatiye amadekirin. Kesên tevlî çalakiyan bûne wê li eywanên li xelkê vekirî werin darizandin.

Mihemed Mehdî Keremî Kurdekî ji Bijarê ye, û hat zanîn ku cezayê bidarvekirinê lê hatiye birrîn. Ew di çileyê şehîdbûna Hedîs Necefî de hatibû girtin. dadgeha rejîmê ya li Alborzê ev ceza li Kurdê 22 salî birriye. Ew li Nezerabad a ser bi Kerec a Tehranê dima.

 

Raperîna ‘Jin jiyan azadî’ didome

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê raperîna gel dewam dike. Xwendevan li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî li Sine, Kamyaran û Merîwanê li dibistanan, holên xwendinê û zanîngehan çalakiyan dikin. 

Li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, Dayîka Ferhad û Ferzad Tahazade bi peyamekê bang kir da ku li dijî cezayê bidarvekirinê yê ku li kurên wê hatiye birrîn, dengê xwe bilind bikin. 

Li bajarê Şino cezayê darvekirinê li 4 xwepêşanderên din jî cezayê bidarvekirinê hatiye birrîn. Li welatên Brîtanya, Elmanya, Swêd, Îtalya, Norvêc, Kanada û Avûstraliya çalakî hebûn. Li paytexta Elmanyayê Berlînê, nêzîkî avahiyên parlamen û hikûmetê, li deriyê Brandburgê, ji bo piştgiriya raperîna li Îran û Rojhilatê Kurdistanê “Jin, Jiyan, Azadî” bi rohniyê hat nivîsandin.

 

Qederê 493 kesan şehîd kirine

Komeleya Çalakvanan a Mafên Mirovan a Îranê daxuyaniyek da û got; herî kêm 493 kesan di encama gule, êşkence û lêdana hêzên rejîma Îranê de jiyana xwe jidest dane.

Di nava van kesan de 68 kes di bin 18 saliyê de ne. 

Herî kêm 18 hezar û 424 kes hatine binçavkirin. Ji van nasnameya 3 hezar û 842 kesan hatine eşkerekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.