Hunermend, aktor û şanogerê Kurd Xelîl Yabe, ev 52 sal in ku di warê şano û dramayan de xizmeta çand û hunerê Kurdî dike. Xelîl Yabe dibêje hunermendên Kurd hatine paşguhkirin û huner nebûye pîşeyê hunermendan: “Hikûmet bi ti awayî piştgiriya hunermendan nake.”
Xelîl Kerîm bi nasnav Xelîl Yabe, li navçeya Giwêre ya li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. ew li dibistaneke Hewlêrê piştî xwendina xwe dibe mamoste. Ew di heman demê de tevlî xebatên hunerî dibe û hezkirina wî şanogeriyê bi pêş dikeve.
Xelîl Yabe destpêkê di refa 5’an a dibistana seretayî de di şanoyekê de dilîze.
Xelîl Yabe sala 1971’ê gava ku xwendekara li Hewlêrê peywendiyê datîne bi Koma Şanoyê ya Hewlêrê re û dest bi karê hunerî dike û heman salê di şanoya ‘Wêneyek Dema Borî’ de rola sereke dike.
Qederê 100 lîstikên şanoyê
Hunermend Xelîl Yabe di qederê 100 şano û dramayên Kurdî de rol kiriye. Ji van yên herî bi nav û deng ‘Las û Xezal’, ‘Xalê Rêbwar’, ‘Hebû Nebû’ û ‘Qel û Rûte’ ye, her wiha di dramayên weke ‘Qeleya Dimdim’, ‘Gerdelûl’, ‘Mihemed û Sêwî’, ‘Papa Heqeçî’ û ‘Benaz’ in.
Hikûmet piştgiriyê nade şanoyê
Li gorî Hunermend Xelîl Yabe şano û drama nasnameya her gel û neteweyekê ye, lê li Herêma Kurdistanê huner û hunermend hatine paşguhxistin: “Li Kurdistanê derhêner û hunermendên gelek baş ên şano û dramayan hene. Lê ji ber nebûna piştgiriya hikûmetê, berhemên şanoyê kêm dibin, ber bi nemanê ve diçin.”
Xalîl Yabe nerazîbûna xwe ya ji hikûmeta Herêmê wiha anî ziman: “Hunermendan di dema rejîma Bees’ê de di warê hunerî de xebat dikirin da ku rojekê gelê Kurd serbixwe bijî û bibe xwediyê hikûmetekê. Lê mixabin hikûmeta hatî avakirin, li gorî pêwîst xizmeta hunermendan nekiriye. Di heman demê de rewş û debara hunermendan jî gelekî ne baş e.”
HEWLÊR/ROJNEWS