Hunermendê bêwelat

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 25 Cotmeh 2021 - 23:59

  • Guiragossian, beriya wefat bike li ser wêneyekî dixebite, tabloya bi navê L’Adieu. Gava wêne bi dawî dike ji malbata xwe re dibêje, “Di dawiyê de tişta min hêvî dikir pêk hat, ez bi ser ketim. Min tiştên kevn û nû di tabloyekê de anîn cem hev.”

Şêwekar Paul Guiragossian bi wêneyên xwe yên fîgûratîf û razber li dinyayê hat naskirin. Ew sala 1926’an li Qudsê hatiye dinyayê. Malbata wî ji ber qirqirina 1915’an ya Ermenan ya ku dewleta Osmanî pêk anî, reviya Filistînê. Wî di temenekî piçûk de ji hunerê hez kiriye û bala wî çûye ser wênesaziyê. Malbata wî jî ev hewasa wî neşikandiye û ji bo xeyalên xwe pêk bîne, tim pê re bûye alîkar. Piştî şerê cîhanê yê dûyem, malbat ji Qudsê koçberî Libnanê dibe û li wir bi cih dibe. Guiragossian tevî malbata xwe li taxa “Burj Hammoud” ya ku axlebê wê Ermen in, dijî. Li wir, li dibistanên Ermenan dersên huner dide û her wiha ew wek îllûstratorekî dixebite. Bi qelem û boyaxa zeytê, portreyên mirovên li taxê çêdike û bi vî awayî li derûdorê tê naskirin. 

Li ser bafirokan wêneyan xêz dike

Guiragossian, di temenekî piçûk de li dibistana leylî dimîne û li wir xwe di warê hunerî de bi pêş dixe. Ew hîna 7 salî ye, dest bi xêzkirina wêneyan dike û serhatiyeke xwe ya zarokatiyê wiha tîne ziman, “Di nav darên zeytûnan de zarokan bafirokên ji kaxizê difirandin. Min her tim li ber paceya xwe ya dibistanê li wan temaşe dikir, ji ber wêneyên min xweşik bûn, tim dixwestin ez li ser bafirokên wan wêneyan çêkim. Min jî tiştên rengîn xêz dikirin û wan ji van wêneyên min pirr hez dikir.” 

Guiragossian, li Yaffayê xwe li “Studio Yarkon” qeyd dike û demekê li wir perwerde dibe. Lê beriya dinya wêneyên wî yên razber nas bike, ew sala 1956’an bûrsekê bi dest dixe û diçe li “Akademiya Hunerên Bedew a Floransayê” dixwîne. Sala 1958’an wî vedixwînin “Bîanela Floransayê”. Piştre jî ew diçe Parîsê û li wir li “Les Atelier de l’Ecole des Maîtres” perwerde dibe. Li “Galerie Mouffe” pêşangehekê vedike. Ber bi salên 1970’yî ve, êdî li welatên Ereb û yên Ewrûpayê ew dihat naskirin û pêşangehên wî çêdibûn.

Mişextî û fîgûrên bê cih û war

Guiragossian di wêneyên xwe de bi mişextiyê dadikeve û fîgûrên wî bê cih û war in. Kompozîsyonên wî zêdetir bi reng in û bi van kompozîsyonan formên mirovan yên razber çêdike. Ew li hebûna insan digere û dixwaze vê lêgerîna mirovan bi wêneyan ango kompozîsyonên tîk ên bi reng nîşan bide. Hema bêje, hemû formên wî tîk in û berwarî naxebite. Derbên firçeyên wî tim tîk in û fîgûrên xwe bi vî awayî nîşan dide ango xêz dike. Her wiha têkiliya di navbera dê û zarokan de di wêneyên wî de mijareke sereke ye. Di gelek wêneyên wî yên razber de mirov dikare vê têkiliya hestiyarî bibîne. Ew bi xwe jî demeke dirêj bê cih û war maye û li ser sirgûniyê hiziriye. A rastî, ji bo wî welatek jî tinebû, lê dinya wî weke hunermendekî Ermen yê Libnanî nas dike. 

Tişta hêvî dike pêk tê

Guiragossian, beriya ku di sala 1993’an li Beyrûtê wefat bike, li ser wêneyekî dixebite û wî wêneyî bi dawî dike. Gava wî wêneyî bi dawî dike, ji malbata xwe re dibêje, “Di dawiyê de tişta min hêvî dikir pêk hat, ez bi ser ketim. Min tiştên kevn û nû di tabloyekê de anîn cem hev.” 

Ev tabloya wî tabloya bi navê “L’Adieu” ye û niha di koleksîyona malbatê de ye. Malbata Guiragossian, sala 2011’an bi navê “Weqfa Paul Guiragossian” weqfek vekir. Wêne û xebatên wî li vê weqfê diparêzin û dikin arşîv û bi vî awayî li mîrasa wî xwedî derdikevin.

Xebatên Guiragossian li Libnan, Misr, Urdûn, Elmanya, Fransa, Îtalya, Brezîlya, Japonya Emerîka, Katar û Kuveytê hatin nîşandan. Her wiha sala 1991’ê li Fransayê “L´Institute du monde arabe” derbarê wî û xbatên wî de retrospektîfek amade kir û ew bi awayekî berfireh da naskirin.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.