Hunermenda hostekar a Ganayê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 29 Tebax 2023 - 16:09

Betty Acquah yek ji navdartirîn şêwekarên Ganayê ye. Ew li bajarê Cape Coastê mezin bûye û wê li Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Kwame Nkrumahê xwendiye. Wê paşê bernameya nîgarkêşiyê li Zanîngeha Kwame Nkrumah xwend. Bi hunerê xwe, ew nexasim jî berê xwe dide xwezaya “bi rastî” ya jinên Ganayî.

Teknîk û berhemên wê, dikin ku ew bibe yek ji hunermendên Efrîkayê yên herî zêde kela canê mirovan radikin. Betty Acquah stîleke bi derban bi kar tîne û vê jî gelekî rengîn dike. Mijarên wê jî esas, mijarên civakî yên pirr provokatîf in. Di hunerê xwe de û di van provokasyonên civakî de ew têra xwe jî jêhatî ye.

 

Ji teknîka kevnar stîla xwe çêkir

Hunermenda îro 58 salî, stîla xwe ya bi ceribandinan bi pêş xist. Wê teknîka xaldanêriyê (pointilism) jî di nava stîla xwe de bi cih kiriye. Ew hem rengên rûnî û hem jî akrîlîk bi kar tîne. Şêwekarên neo-împresyonîst, vê teknîka xaldanêriyê di dawiya sedsala 19´an de bi pêş xistibû. Lê esas bi karanîna xalan ji bo çêkirina îmajan, gelekî kevine û li seranserê dinayayê di hunerê gelek miletan de ne xasim di hunerê miletên xwecihî de tê dîtin. Ev teknîkeke welê ye ku bêyî tevlîhevkirina rengan destûrê dide ku berhema çêkirî bi coş û şêntir xuya bike.

Betty Acquah ji vê teknîkê stîla xwe çêkir bi tercîhên tonên rengan ji bo ku di berhemê wê de hisa tevgerê zindî bibe. Bi vî awayî ew dike ku kesê temaşe bike, bêhtir bikeve nava serpêhatiya di wêne de.  

 

Berê awirên wê li jinan e

Betty Acquah hin mijarên din xêz bike jî, berê awirên wê li ser jinên Ganayê ye: Îmajên di berhemên wê de dilsoziya bi jinên li Ganayê re ye; bi awayekî pîrozkirina bi merasîmî ya jinbûna li Ganayê ye. Ew tecrûbeyên rojane yên jinan di dema kar de diremîne, ew jinên ciwan ên bi kêf û coş diresmîne, ew wêrekî û zindîbûna jinbûnê li Ganayê diresmîne…

Di berhemên xwe de wekî din ew berê xwe dide tevgerên dansvanan, rîtmên muzîkjenan. Her berhema wê kesê temaşe dike dikişîna nava gerênekeke rengan û enerjiyeke diyar.

ACCRA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.