Îllûstrator Nia Gould kombînasyoneke xweşik çêdike di navbera dîroka huner û pisîkan de. Ew dibêje, ji vê kombînasyonê çêtir kombînasyoneke din nîne ku dîroka huner binirxîne. Ew bi sêwirandinên nû mîzaheke xweşik ava dike. Nia Gould navê hin şêwekaran pirr xweşik diguherîne û van kesan bi navê wan yê nû ku wê sêwirandine, nîşan dide. Yanî ew tenê navan naguherîne her wiha resmên wan jî çêdike.
Koleksiyona wê ya bi navê “A Portrait of the Artist as a Young Cat” (Portreyê hunermend yê weke pisîkên ciwan” berê xwe dide şêwekarên navdar. Wê qederê 20 şêwakaran bi nav û resmên nû nirxandine di vê koleksiyonê de. Ew bi îfade û fîgûrên nû yên resen derdikeve hemberî şopînerên xwe. Weke nimûne ev çend nav in ku Nia Gould li şêwekaran kiriye; Frida Catlo, Yayoi Catsama, Wassily Catdinsky û Henry Catisse. Çawa ku ew pisîk bin, yanî navê pisîkan li wan kiriye. Lê gava vî tiştî dike, pirr xweşik li hev tîne. Ma we qet Pablo Picasso û Van Gogh weke pisîkan anîbû ber çavên xeyala xwe? De ka bifikirin ku ew pisîk in. Gelo dê çawa werin xuyanê û serpêhatiya wan çibe?
Nia Gould her wiha ji bo şêwekaran biyografiyên balkêş jî hazir kirine. Gava xelk li resm û nivîsên pirtûkê dinihêre, rastî van biyografiyên balkêş jî tê. Ji bo kesên ku ji huner, pisîk û mîzahê hez dikin, ev xebata Nia Gould xebateke têra xwe balkêş e û bala mirovan dibe ser xwe.
NAVENDA NÛÇEYAN