Hunermend li dijî şer

Nûçeyên Çand/Huner

În 13 Mijdar 2020 - 23:44

Şanogerên Herêma Germiyanê bang li aliyên siyasî kirin da ku pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin, ji ber ku şer ji bilî malwêraniya Kurdan tiştekî din bi xwe re naîne. Şanogeran got; “Huner dikare di hemû rewş û qonaxan de xwedî roleke bi tesîr be. Dengê biratî, jiyana hevbeş û yekrêziyê gelekî girîng e, divê hunermend ji bo aştiyê erkê xwe pêk bînin.”

Hunermendên Herêma Germiyanê li ser dorgirtina herêmên gerîla bi destê çekdarên PDK´ê axivîn. Şanoger Şiwan Celal got, ew weke hunermend li dijî şerê Kurd bi Kurd re ye. Şiwan bang li aliyên siyasî kir da ku pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin, ji ber ku ti neteweke din bi qasî Kurdan ji şerê navxweyî zirar neditiye.

Şiwan di dewamê de wiha bang kir: “Careke din em nawazin xwîna me Kurdan birije, ma hîna dijminê me kêm in ku em hev bikujin. Em dixwazin pirsgirêk bi rêya diyalogê were çareserkirin. Hêvîdar im, aliyên siyasî di hev bigihin û rêya şer hilnebijêrin.”
Şanoger Mihemed Hesen jî li ser heman mijarê got, huner yek ji amrazên gihandin û peywendîkirina civakê ye û wiha pê de çû; “Huner dikare di hemû rewş û qonaxan de xwedî roleke bi tesîr be. Dengê biratî, jiyana hevbeş û yekrêziyê gelekî girîng e, divê hunermend ji bo aştiyê erkê xwe pêk bînin.”

Mihemed Hesen di dewamê de got. pêşbaziya hizbî bûye sedem ku huner nikaribe weke pêwîst bi rola xwe rabe û da zanîn ku hunermend ji bo yekîtiyê karê xwe didominin û niha jî dijî şer û ezmûna tal divê bi rola xwe rabin.

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.