Hunerekî tesewufê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 13 Nîsan 2023 - 01:20

Wênegira Îtalî-Senegalî Maïmouna Guerresi, hunermendeke multîmediyayê ye jî. Yanî ew ji bilî wênegiriyê peykersaziyê dike, vîdeoyên hunerî û înstalasyonan jî çêdike. Di temamê hunerê wê de tesîra dîmenên Efrîkî û Îslamî darîçav e. 

Berhemên wê esas di manewiyatê de hatine bicihkirin. Ew pratîka wê bi xwe ya mutesewufiyê bi van berheman nîşan dide. Karakterên di berhemên wê de sînorên madeyên fizîkî bêmane dikin û bi xwezayê re dibin yek.

Estetîka her parçeyî aramker e û heta hema hema bi temamî biaheng e. Di wan de em cilûbergên ji rêûresmê yên li jinan dibînin û ew jî kontrastekê çêdikin bi mekanê fereh, bêdeng û gelek caran jî vala. Bi hunerê xwe wê rêyek dîtiye ku sêwirandina mucered a manewiyatê dîtbarî bike.

Ew ji bo tesewura xwe ya manewiyatê dibêje, “Her ferd bi her tişta li ser rûyê erdê heyî re peywendîdar e, û di encamê de ji ber kirinên me yên ferdî tesîr li çarenûsa dinyaya me dibe.”

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.