Hunerê wan serpêhatiya wan dibêje

Nûçeyên Jin

Yekşem 28 Tebax 2022 - 21:27

  • Jina ciwan Meryem Celîl Hadî ya Kerkûkî dibêje, “Dema ku ez zarok bûm min huner hilbijart, ji ber ku şêwazeke derbirînê ya aştiyane ye. 

EHMED KERKÛKÎ / ANF/KERKÛK

Jina ciwan Meryem Celîl Hadî ya Kerkûkî dibêje, “Dema ku ez zarok bûm min huner hilbijart, ji ber ku şêwazeke derbirînê ya aştiyane ye. Em hewl didin ji bo behskirina bûyeran bêyî ku kesek guh bide me û di ronîkirina bûyerê de bêyî ku westandinek çêbe, bi rêya tablo û wêneyan çîrokê vebêjin û bigihînin her temenê cuda.

Di tabloyên xwe de min her tim hewl daye çîrokekê vebêjim da ku di her mijarê de civakê rewşenbîr û hişyar bike.

Nebûna piştevaniya pisporî ya aliyên peywendîdar li pêşiya xebatên me yanî keçên şêwekar, astengî çêkiriye.”

Hunermenda wênegir û şêwekar, Sara Seifûn jî qala hezkirina xwe ya ji bo huner dike û dibêje, “Dema ez piçûk bûm, min pirr ji xêzkirina wêneyan hez dikir. Cara yekem ku min rahişt pênûsê, min wêneyê keçekê xêz kir. Min huner hilbijart da ku bikarim hestên hundirê xwe îfade bikim. Mixabin di civaka me de bi ti awayî piştevaniya jinan nayê kirin.

Di civakê de li pêşiya keçan astengî hene û rê nadin ku behre û hestên xwe îfade bikin. Daxwaz dikim û hêvîdar im ku di çarçoveya piştevaniya zêdetir a ji bo keçan, asta hişyarî û rewşenbîrî ya di nava civakê de zêdetir bibe.”

Sara Sefa ya şêwekar jî bi vî rengî behsa serpêhatiya xwe û ya huner dike; “Tişta ku min bala xwe dayê ev e ku li gorî nifşên niha, nifşên berê zêdetir giringî dane huner. Lê ciwan tenê ji bo kişandina wêneyên xwe ku di medyayên dîjîtal de biweşînin tên pêşangehan. Di civakê de astengî hene, lê ji aliyê xwe ve kêfxweş im ku malbata min piştevaniya kar û xebatên min dike. Niha zêde bi hunerî nayê zanîn, sedema wê jî bi pergala perwerdeyê û dersa huner a paşguhkirî ve girêdidim.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.