SÎMA REZA/ROJNEWS / SILÊMANÎ
Di nava galeriyeke piçûk de, hûnerekî bi heybet, mezin û rengîn tê nîşandan. Înas Elî bi rêya neqişandin û rengandina caman, sîmê û rengekî sêhr û efsûnê dide mekanê wê.
Înas Elî bi eslê xwe ji Bexdayê ye. Ew pişpişe ye di karê xêzkirina wêneyên li ser caman de. Ev 12 sal in ku ew li Silêmaniyê dimîne. Ew ji Silêmaniyê berhemên xwe digihîne tevayî Iraqê û cîhanê. Ew dayika du zarokan e jî.
Dema ku em çûn serdana galeriya Înas Elî, wê xwe amade dikir ku caman birengîne. Înas Elî di zarokatiya xwe de hez ji hûnerê nîgarkêşî û çêkirina tabloyan kiriye. Piştî temamkirina zanîngehê û bidestanîna diplomaya beşê ‘Îdare û Aboriyê’ ew li dildariya xwe vegeriya.
Bê mamoste hîn bû
Tu mamosteyên taybet yên Înasê nebûne. Xwe westandiye û li rê û rêbazan geriyaye. Piştî gelek şikest, ceribandinan û têkelkirina gelek cûreyên madeyan, hûnerekî newaze û binirx derdixe holê. Ew ewqasî pispor e ku rengên xwe jî ew çêdike.
Li ser înternetê ji tevahiya dinyayê xelk elaqeyê nîşanî berhemên wê dide. Ji Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk, Bexda û derveyî Iraqê jî daxwaza fêrbûna vî hûnerî ji Înas dikin û ew jî wan fêr dike.
Înas Elî heta niha 30-40 xelatên rêzlêgirtinê wergirtine. Ya herî girîng doktoraya fexrî ya çand û hûner e ya ku Rêxistina Dîplomasiyê ya Norwecê ya ser bi Netewên Yekbûyî ya bi navê ‘dahênan û taybetbûn’ê daye Înasê.
Heta bi 12 metreyan tablo
Mezin û piçûk, Înas Elî gelek berheman çêdike. Wê berê tabloyeke 12 metreyan dirêj çêkiriye. Di heman demê de wê qubeyeke dorhêl bi dirêjahiya şeş metre û nîv û pencereyeke 18 metreyî neqişandiye.
Di dawiyê de Înas Elî dibêje, her kes xwedî behre yên taybet e û bang li wan dike da ku van behreyên xwe derxin holê.