Hunerê li ser berfê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 27 Çile 2022 - 22:03

  • Avahîsaz û sêwirmendê Fînî Pasi Widgren di van şeş salên dawî de li ser berfê wêneyan xêz dike û wî ev kar ji xwe re kiriye weke rêûresmekê.

Avahîsaz û sêwirmendê Fînî Pasi Widgren di van şeş salên dawî de li ser berfê wêneyan xêz dike û wî ev kar ji xwe re kiriye weke rêûresmekê. Ji ber her sal xêzkirinê dubare dike û li ser berfê wêneyan cuda çêdike. 

Dema zivistan tê Pasi Widgren berê xwe dide gola bi navê “Pitkajarvi” ya ku nêzî mala wî ye. Wî îsal jî li ser berfê wêneyê roviyekî xêz kiriye. Wêneyên wî pirr mezin in û ji dûr de xweşiktir tên xuyanê. Pasî vî wêneyê Rovî yê li ser berfê di nav 4 saetan de xêzkiriye. Ji bo vî karî wî tenê bêra berfê bikaraniye lê beriya wêneyê xwe xêz bike wî li şert û mercên golê jî fikiriye û piştî ji ewlehiya golê bawer bûye dest bi vî karê xwe kiriye.

Pasi piştî xêzên xwe bi dawî dike qehweyekê vedixwe û ji jor wêneyên xêzên xwe yên li ser berfê digire. Piştî berf tê xêzên wî jî di nav berfê de careke din winda dibin lê ew ji vê hunerê hez dike û ji bo zirar nade xwezayê pirr kêfxweş e. Dibêje ez tenê dixwazim mirovan kêfxweş bikim û dil dikim ku di nav berfê de derkevin bigerin û xwezayê binasin.

FÎNLANDIYA 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.