Huner û gera di Firatê de

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 19 Tebax 2021 - 16:30

Komeleya Marî ya Çand, Huner û Jîngehê dest bi gera karwanê "Aştiya Çemî“ kir, ku tê de 50 kesayetên ji civaka sivîl, çalakgerên sivîl, rewşenbîr, peykersaz hene.

Gera karwanî ji bendava Mensûra dest pê kir û gihişt pira kevn a li Reqayê.

Di gerê de komek rewşenbîr, wêjevan, peykersaz, bangawazên aştiyê yên Reqayê, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, endamên Meclisa Sivîl a Reqayê beşdar bûn. Di gerê de gelek keştî hebûn.

Di keştiya bi navê "Keştiya Aştiyê" de, gelek çalakî hatin lidarxistin, hin ji wan jî wênexêzî, çêkirina peykeran bi qermîtê bûn. Ev çalakî jî ji bo danasîna Çemê Firatê û balkişandina cîhanê li ser asta çemê Firatê ye ku dagirkeriya Tirk kêm kiriye, hat lidarxistin.

Dema kom gihişt Reqayê, Reqa bi navê bajarê Aştiyê ragihand. Her wiha rêxistinên civaka sivîl, saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şêniyên bajêr li benda karawanî bûn.

Komeleya Marî ya Çand, Huner û Jîngehê ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Reqayê xirab bûbû, niha komeke ji rewşenbîran ew ji nû ve çalak kir. Vê komeleyê beriya şerê Sûriyê, gerên çemî ji Totelê heta bajarê Marî çêdikirin, her 18’ê meha 8’an ev ger dihat kirin. Ev roj di wê dîrokê de weke roja kifşkirina bajêr tê zanîn.

REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.