Huner têkoşînê mayinde dike

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 22 Sibat 2025 - 00:40

  • Endamê TEV-ÇANDê Ekîn Ronî; “Şerê heyî ne tenê ji aliyê şervanan ve tê meşandin. Hunermend, siyasetmedar, rewşenbîr, mamoste bi rengekî topyekûn li ber xwe didin. Bi taybetî TEV-ÇAND bi stran, klîb, şano û wêneyên xwe yên li Rojava berxwedana Tişrînê kiriye malê gel.”

NÛJIYAN ADAR / ANF / QAMIŞLO

Endamê Rêveberiya Rojava ya Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) Ekîn Ronî şerê îdeolojîk û çandî yên li Rojhilata Navîn nirxand.

Ekîn Ronî anî ziman ku di dema Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de li gelek welatan şer diqewime, navenda vî şerî jî Rojhilata Navîn û Kurdistan e û got, "Şerê ku dewletên hegemonîk an jî hêzên li pey desthilatdariyê dimeşînin, eger ji aliyê aborî ve bê nirxandin, şerekî çandî û îdeolojîk e. Ji ber ku her derdor hewl dide zîhniyeta xwe biafirîne. Bi taybetî bi hilweşîna Rûsya Sowyetê re hin hêzên derve hewl didin valahiya li Rojhilata Navîn dagirin, hêzên hundurîn jî hewl didin li gorî berjewendiyên xwe vê valahiyê dagirin. Di navbera hêzên hegemonîk de çiqas nakokiya berjewendiyan hebe jî rewşa heyî ya şer di navbera van hêzan û hêzên civakî yên li Rojhilata Navîn diqewime. Îsraîl DYE, Tirkiye û hegemonya Ewropa ku berjewendiyên xwe yên şexsî di çarçoveya ezeztî û madiyatê de diparêze û hêzên civakî yên weke Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ku ji bo parastina rûmeta gelan têdikoşe, li hemberî hev têdikoşin. Şerekî navbera berjewendiyên civakî û berjewendiyên şexsî tê meşandin."

‘Sedsala nû sedsala civaka demokratîk e’

Ekîn Ronî bi bîr xist ku ji bo şerê îdeolojîk ê li Rojhilata Navîn encamê werbigire gelek caran dest li Rojhilata Navîn hate werdan û got, "Bi dîlgirtina Rêber Apo re hate xwestin, sîstema lîberal li Rojhilata Navîn bê bicihkirin. Rêber Apo li pêşiya vê sîstemê weke astengî hate dîtin. Ji ber ku Rêber Apo xwedî paradîgmayeke welê ye ku civakê, ekolojiyê û azadiya jinê diparêze. Tirkiye, Îran û Îsraîl dixwazin li ser olperestiyê desthilatdariya xwe dewam bike, lê bi paradîgmaya Rêber Apo re rengekî şoreşgerî hate afirandin. Di vî şerî de ku bi rengekî du qonaxan tê meşandin, li aliyekî îdeolojiya ku razemeniyê li ser olperestiyê dike, li aliyê din jî rewşeke ku razemeniyê li îdeolojiyeke çandî dike, heye. Lê belê çanda şoreşê ya ku Rêber Apo afirand li Rojhilata Navîn dijî û veguhereke asteke cuda. Ne karekî hêsan e ku li gorî berjewendiyên xwe dîzayneke nû bikin. Ji xwe sedsala nû wê bibe sala civaka demokratîk, jinên azad û gelê Kurd."

Kapîtalîzm komkujî û hilweşî ne!

Ekîn Ronî destnîşan kir ku rastî, çand, ziman û hebûna Kurdan ji aliyê îdeolojîk û çandî ve mayinde bû û got, "Zêdeyî sed sal in li ser çand û hunera Kurd polîtîkaya qirkirinê tê meşandin û ev yek ketiye ser rêyeke nû. Desthilatdarî vê yekê qebûl nakin. Bi bandora têkoşîn, huner û ziman rêya hêza îdeolojîk, çandî, rêxistiniya gel diyar dibe. Li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Kurdistanê di çarçoveya polîtîkaya şerê taybet de şerekî çand, hunerî û ziman tê meşandin. Kapîtalîzmê hilweşîn û tinebûn anî serê gelan, çanda civakê jî tine dike. Mînak, li Emerîkayê bi sed hezaran mirov li naverastê dijîn. Lê belê xelkê Efrînê dema ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate koçberkirin 121 hezar mirov gava gihîştin qadên ewle yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava mehekê de şert û mercên jiyanê ji xelkê Efrînê yê koçberbûyî re hatin afirandin. Kes li naverastê nema. Gelan deriyê mala xwe li koçberan vekirin. Ji Tebqayê heta bi Dêrikê bi piştevaniyê rojên zor û zehmet hatin derbaskirin. Ev yek jî nîşan dide ku li Rojavayê Kurdistanê civakîbûn hîn zindî ye. Êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê ne tenê ji bo tinekirina aboriyê ye. Li gel vê yekê ji bo tinekirina civakîbûnê ye. Li hemberî vê yekê jî têkoşîneke mezin tê meşandin."

Xaqa bi bereket û çandê qir dikin

Ekîn Ronî ragihand ku şaş e Tişrîn û Qereqozax tenê weke têkoşîneke stratejîk û leşkerî bê nirxandin û got, "Êrîş li ser bereketa xakê ye û ji bo qirkirina çandî ye. Di pêvajoyeke bi vî rengî de karên çand û hunerê jî weke stratejiya şerê gel ê şoreşgerî hatiye birêxistinkirin û mîsyona pêşengiyê ya gelan afirandiye. Şerê heyî ne tenê ji aliyê şervanan ve tê meşandin. Hunermend, siyasetmedar, rewşenbîr, mamoste bi rengekî topyekûn li ber xwe didin. Bi taybetî TEV-ÇAND bi stran, klîb, şano û wêneyên xwe yên li Rojava berxwedana Tişrînê kiriye malê gel.”

Bavê Teyar bû zimanê heqîqetê

Cuma Xelîl (Bavê Teyar) nîşaneyeke heqîqetê ye. Ev heqîqet bandora hunera şoreşgerî ya li ser gel e. Bavê Teyar di demekê de ku zimanê Kurdî qedexe bû, şanoya Kurdî bi rengekî veşartî dihate nîşandan, li gel zextên giran ên rejîma Baasê ji Rojavayê Kurdistanê heta bi Rojhilatê Kurdistanê bû Charlie Chaplin ê Kurdistanê. Di demên herî zehmet de li dijî rejîma Baasê di têkoşîna bi zimanê dayikê de bû nîşaneya hunermendekî wêrek û welatparêz. Herî dawî di berxwedana Tişrînê de heman ruh afirand, ziman û heqîqeta gelê Kurd vegot û di vê oxirê de şehîd bû. Vê seknê bi wî re çi ava kir, bi xwe re çi anî? Li her bajarî gel bi wêrekî diçe qada şer, li ber xwe dide.

Têkoşîn bi hunerê mayinde dibe

Dema ku mirov ji gel dipirse bê li Tişrînê atmosfer çawa bû? dibêjin, 'Bi vegotinê nabe, divê mirov bibîne'. Çawa ku şervan li eniya pêş cih digirin, rewşenbîr, hunermend û mamoste jî tevlî vê berxwedanê dibin. Komên çand û hunerê jî hunera xwe her roj nîşan didin, govendê digerînin. Şerê tê kirin bi rêya hunerê veguheriye çanda Şerê Gel ê Şoreşgerî. Şervan li eniyên pêş parastinê dikin û rê nadin dagirkeriyê, manewiyata gelan temsîl dikin." Di dawiya axaftina xwe de Ekîn Ronî got, "Têkoşînan li Tişrînê wê bi çand û hunerê mayinde bibe.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.