Huner li dijî birçîbûnê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 25 Mijdar 2020 - 22:05

  • Galeriya huner a Ingilîz Mayfair, bi hunermendê Norwêcî Henrik Aarrestad Uldalen re hevkarî kir da ku bi mezatê wêneyan bifiroşe ji bo projeyeke li dijî birçîmana mirovan.

Galeriya huner a Ingilîz Mayfair, bi hunermendê Norwêcî Henrik Aarrestad Uldalen re hevkarî kir da ku bi mezatê wêneyan bifiroşe ji bo projeyeke li dijî birçîmana mirovan.

Rojnameyan The Independent jî ji hevkarên projeyê ye. Xwînerên wê jî wê karibin heta 1´ê Kanûnê beşdarî projeyê bibin û wêneyekî hunermendî weke diyarî wergirin ku texmînê qîmetê wî wê 10 hezar pound bin.

Yên ku di mezatê de bihayê herî bilind bide, wê karibin wêneyê xwe yê li gorî daxwaza wan çêkirî jî bikirin.

Hunermend Henrik Aarrestad Uldalen teknîkên surrealîst bi kar tîne û portreyan bi van teknîkan çêdike.

Galeriya huner a bi navê JD Malat wê tevahiya derfetan ji bo mezatê hazir bike ji bo Projeya Felix a ku xwarinê dide kesên rojane xwarinê peyda nakin. Bi vê projeyê li Inhgilîstanê alîkarî bi wan malan re tê kirin ku feqîrên û xwarineke germ rojane nikarin li mala xwe bixwin.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.