- Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” ya ku piştî qetilkirina Jîna Amînî dest pê kir di salvgera xwe de bi çalakiyên cur bi cur tê bibîranîn. Sazî, rêxistin û komên hunerî yên li dîasporayê bi çalakî û xebatên cuda balê dibin ser tesîrên şoreşê û xelkê ji pêkûtiyên rejîma Îranê haydar dikin.
Salvegera yekem a şoreşa “jin jiyan azadî” ya ku li dinyayê belav bû, bi çalakiyên cur bi cur tê bibîranîn. Piştî ku jina Kurd a ji Seqizê, Jîna Amînî bi destê polêsên hîcabê yên Îranê hate qetilkirin, li seranserê Îranê xelk daket kolanan û çalakiyên li hemberî rejîma Îranê bi mehan dewam kirin. Dirûşmeya Tevgera Azadiya Kurd “jin jiyan azadî” li her dera zilm lê, bû dengê şoreşê. Tesîra vê şoreşê di salvgera yekem de jî bi her awayî dewam dike û li gelek welatan salvegera şoreşa “jin jiyan azadî” tê bi çalakiyên cihê tê bibîranîn.
Li Emerîkayê (DYE) jî rêxistina aktivîst a “Woman Life Freedoom NYC” çalakiyên cihê li dar dixe. Rêxistina jinan a ku ji bo jinan azadiyê dixwaze, ji bo Jîna Amînî sala par jî gelek çalakî organîze kiribûn û îsal jî ji bo salvegera şoreşê li ser Pira Brooklynê wê meşek li dar xist. Her wiha, wan derbarê rabihurî û siberoja Îranê de jî pêşangehek vekir û ew ê di nava hefteyê de pêşangehên cudatir û performansên hunerî jî bikin.
Aktivîstekî endamê “Tehran Artist Circle” (Xeleka Hunerî ya Tehranê) yê ku nexwest navê wî bê eşkerekiririn, derbarê zilma rejîma Îranê de got, “Bi sedan aktîvîst hatin qetilkirin. Di warê înternetê de hîna jî sînoran datînin pêşiya me. Hunermend, aktivîst, rojnamevan û mamosteyên zanîngehê tên girtin. Xwendekarên dijber ji zanîngehan tên dûrxistin. Bi vî awayî dixwazin rê li pêşiya çalakî û şoreşê bigirin. Ji ber van sedeman rejîm hilneweşiya, bêyî ku biguhere îro jî di her warî de zilmê li xelkê dike. Lê dîsa jî serhildan dewam dikin û xelk rejîmê naxwaze.”
Cezakirin her dewam e!
Serokê rêxistina “Women Life Freedom NYC” Leila Abdollahi Miller da zanîn ku xelkê li Îranê timî nerazîbûn nîşanî rejîmê daye û got, “Li Îranê her tim çalakiyên piçûk yên dijberî rejîmê hatine lidarxistin. Gelek ji van jî çalakiyên sivîl bûn. Nexasim jî hunermendan li kolanan grafîtî çêkirin, stran gotin, li metroyan reqisîn. Gelek kesan jî laçika serê xwe avêt erdê û bi vî awayî wan bersiv da polêsên hîcabê yên Îranê. Ji ber van çalakiyên xwe, ew hatin cezakirin û niha jî ev ceza dewam dikin.”
Tiştên ku nehatine gotin
Çalakiya li ser Pira Brooklynê, ji ber avahiya Şaredariya Manhattanê dest pê kiribû. Piştî ku ev çalakî bi dawî bû, “Woman Life Freedom NYC” pêşangehek vekir. Pêşangeha bi navê “Dear Ayandeh: Open letters to a free Iran” (Rêzdar Ayandeh: ji bo Îraneke azad nameyên vekirî) li Dibistana Hunerên Dîtbarî, li Flatiron Gallery hate vekirin. Di pêşangehê de pankartên di protestoyan de hatine bikaranîn, poster û wêne cih digirin. Wekî din jî gelek nîşeyên ku ji çar aliyên dinyayê bi destan û bi zimanên cuda hatine nivisandin, di pêşangehê de cih digirin. Di van nîşeyên bi zimanên cuda de helbest û resmên ku zarokan xêz kirine jî hene. Leila Abdullahi Miller ji bo pêşangehê dibêje, “tiştên ku nehatine gotin” nîşan dide. Ev nîşe yan jî nivîsên ku ji çar aliyên dinyayê hatine, li ser kêlên mezelan hatine bi cih kirin, kêlên mezelan ên Îranê. Her wiha li ser kêlan neynik jî hene. Gava ku serdêrên pêşangehê van nivîs yan jî nîşeyan bixwinînin dê rûyê xwe di neynikan de bibînin.
Ma tiştekî ji huner çêtir heye?
Leila Abdollahi Miller da zanîn ku di nava vê hefteyê de ew ê li gelek bajarên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) çalakiyên hunerî yên weke performansê û protesto werin lidarxistin û bi van çalakiyan dê bala xelkê li dîasporayê careke din bibin ser şoreşa “jin jiyan azadî”. Koma Hunermendên Tehranê jî dê li Houston, Teksas û gelek eyaletên din çalakiyên protestoyî organîze bike. Koma ku hin endamên wê li Tehranê ne, got, “Ji bo xelkê li Îranê dengê xwe bigihîne her quncika cîhanê ruhek divê; ma tiştekî ji hunerê çêtir heye?” Endamên komê pê bawer in ku ev çalakiyên wan bala kesên li dîasporayê dikşînin û dibin sedema hevkariyeke xurt.
Dengê şoreşa li Îranê bilindtir dikin
Women Life Freedom NYC ku heta niha gelek çalakî kirine, di salvgera şoreşê de çalakiyên li kolanan dinirxîne. Leila Abdollahi Miller got, “Armanca me ew e ku em dengê şoreşa li Îranê bilindtir bikin û çalakiyên wan nîşanî gelên dinyayê bidin. Ji bo Îranê weke ronesansekê ye ev şoreş û em jî li rola xwe ya li dîasporayê difikirin. Ji bo ku em rola xwe pêk bînin her tim li ser çalakî, protestoyan em difikirin û xelkê li hev kom dikin.”
Women Life Freedom NYC dê di 19’ê Îlonê de (sibe), li Manhattanê çalakiyekê li dar bixe. Dema ku Serokê Komara Îranê Îbrahîm Reîsî fermî li Neteweyên Yekbûyî (NY) biaxive, li ber avahiya “NY”yê wê protesto pêk werin.
NAVENDA NÛÇEYAN