• Gelo di hilbijartinên 14'ê Gulanê de hûn hilbijar in. Ji bo ku hûn zanibin, me agahî hemû berhev kirin. Kontrol bikin û dengê xwe di navbera 27'ê Nîsanê û 9'ê Gulanê de bidin. 

REWŞAN DENIZ

 

Li gorî daxuyaniya Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Tirk, dengdayîn li derveyî Tirkiyeyê û li deriyên gumrikê, 27’ê Nîsanê roja Pêncşemê wê dest pê bike û 9’ê Gulanê roja Sêşemê bi dawî bibe. Ji bo hilbijêr bikarin deng bidin, divê di lîsteyên hilbijêran de qeydên wan hebin. Welatî dikarin, qeydên xwe ji 20’ê Adarê û pê ve ji ser Desteya Hilbijartinê ya Bilind û E-Devletê kontrol bikin.

 

Heta 2’ê Nîsanê

* Derbarê hilbijêriya li derveyî Tirkiyeyê de ji bo ti kesî kaxizên hilbijêriyê nayên şandin, herwiha agahî jî nayê dayîn. Divê hûn bi xwe qeyda xwe di dema ragihandina lîsteyên hilbijêran de bi xwe kontrol bikin.

* Ji bo kesên ku di lîsteyên hilbijaran de qeydên wan nînin, ji bo sererastkirin yan jî guhertina navnîşana xwe, dema dawî 2’ê Nîsanê ye.

 

Kî dikare dengê xwe bi kar bîne?

* Yên ku hemwelatiyên Komara Tirkiyê ne (yên ku du hemwelatî ne jî di nav de), yên ku li derveyî Tirkiyê in, ji roja hilbijartinê ve yên ku 18 saliya xwe qedandine (Yên ku beriya 15’ê Gulana 2005’an ji dayik bûne), yên ku qeyda wan di lîsteya hilbijêrên derveyî welat de hene, hilbijêrên derveyî welat in.

* Heta ku bi biryareke dadgehê ya misoger bûye, ji mafên xwe yên hilbijartinê nehatibin bêparhiştin, dikarin dengê xwe bidin.

* Yên ku îltîca kirine, hîna mafê rûniştinê bidest nexistine, heta yên ku biryara lêgerînê li ser wan heye dikarin dengê xwe bi kar bînin. 

*Yên ku cezayên wan misoger bûne nikarin dengê xwe bidin. 

* Yên xwedî kartên şîn in, ji ber mafê wan ê hemwelatîbûna Tirk nînin, nikarin dengê xwe bikar bînin.

 

Kontrolkirina qeydê?

Hûn dikarin qeyda xwe ya hilbijêriyê 

* Li ser navnîşana ysk.gov.tr ji pencereya “Yurtdişi Seçmen Kaydi Sorgulama” (https://secmen.ysk.gov.tr/secmen-yurtdisi)

* Di telefonên destan de ji ser pêkanîna mobîl a ‘Seçmen Sorgulama’

*Ji ser E-Devlet ji rûpela ‘Yurt dişi Seçmen Kaydi Sorgulama’ kontrol bikin.

 

Qeyda we nebe divê hûn çi bikin?

* Ger di malpera ysk.gov.tr de di rûpela lêpirsînê ya hilbijêrên derveyî welat de agahiyên qeyda we tine ye, derdikeve yan jî di agahiyên navnîşanê de şaşîtî hebin, di dema nerazîbûnê de (heta 2’ê Nîsanê), divê hûn agahiyên xwe rojane û sererast bikin.

* Divê hûn bi karta nasname ya T.C yan jî cizdana nifûsê miracaetî konsolosxaneya herî nêz bikin, Forma Beyanê ya Navnîşanê dagirin, îmze bikin û bi xwe radest bikin.

 

Forma Ragihandina Navnîşanê ji ku derê tê wergirtin?

*Hûn dikarin Forma Ragihandina Navnîşanê ji girêdana “https://www.ysk.gov.tr/doc/dosyalar/AdresBeyan-Yurtdisi.pdf/“ daxin. Hûn dikarin vê formê ji nûnertiyên Tirkiyeyê yên li welatê xwe jî peyda bikin.

* Li gel cizdana nifûsê ya ku nimreya nasnameyê ya T.C û wêneyê we li ser e, ehliyet, cizdanê zewacê, karta nasnameya pîşeyî jî dikarin biçin konsolosxaneyan û qeyda xwe çêkin.

 

Yên ku hejmara nasnameyê ya T.C nebin, divê çi bikin?

* Yên ku ne xwedî ti belgeyên nasnameyê yên li jor nînin, weke mînak belgeyeke ajotinê ya berê ku hejmara nasnameyê ya T.C li ser nîne yan jî bi ewraqên weke nasnameya îltîcayê divê biçin nûnertiyên herî nêz û miracaet bikin. Divê destpêkê mînaka qeydê ya Nifûsê wergire, piştre qeyda xwe ya hilbijêriyê bike. Hûn dikarin bi van belgeyan, daxwaza nasnameyeke nû jî bikin.

 

Îqame demkî jî be

* Kesên weke xwendevan, xebatkar û tûrîst û wekî din ku qeyda wan li Tirkiyê ye, lê nikarin heta 14’ê Gulanê vegerin Tirkiyê, ji bo qeydên xwe bînin derveyî Tirkiyeyê, divê biçin konsolosxaneyê, belgeyên xwe yên xwendevaniyê yan jî xebatkariyê ragihînin û Forma Ragihandina Navnîşanê dagirin.

 

Mohlet heta 2’ê Nîsanê ye

* Di seatên mesayiyê de hûn dikarin bê randevu biçin konsolosxaneyan. Konsolosxane dawiya hefteyê jî wê vekirî bin.

* Li derveyî welat, hilbijêr di navbera 27’ê Nîsanê û 9’ê Gulanê de, dikarin li konsolosxane û nûnertiyan dengên xwe bi kar bînin. Ewrûpa giştî, weke herêmeke hilbijartinê tê qebûl kirin. Ji ber vê jî li her cihî dikare deng bê bikaranîn. Weke mînak yekî li Frankfûrtê qeyda xwe hebe, dikare li Hambûrgê jî li Parîsê jî, yan jî li bajarekî din ê Ewrûpayê dikare dengê xwe bi kar bîne.