Hûn dikarin hê jî biguherînin

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 24 Gulan 2023 - 00:12

  • Platform û koordînasyonên hilbijartinê ji bo dewra diduyê ya hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê seferber bûne. Li Munsterê Platforma Demokrasiyê di 2 rojan de 850 hilbijêr birin ser sindoqan. Hilbijêr dibêjin, dibe ku ew şensê dawî yê hilweşandina rejîma zilmê be.    

LEYLA AKARSU/ARAT ARARAT/KARLSRUHE/BIELEFELD

 

Li Ewrûpayê îro roja dawî ye ku hilbijêrên ji Tirkiyeyê karibin dengê xwe bidin. Di dewra diduyê ya hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê de di 3 rojên destpêkê de bêhtirî milyonek û 500 hezar hilbijêran dengê xwe da. Îro jî wê heta saet 22:00´ê hilbijêr karibin dengê xwe bidin. Hilbijêr dibêjin, “Vê carê divê biçe, ti rê û çareyeke din nîne.”

Li bajarê Elmanyayê Karlsruheyê, jinên ku li konsolosxaneyê dengê xwe didin û wezîfedarên sindoqê ne dibêjin, “Ev mesele wê di dewra diduyê de bi dawî bibe.”

Fîdan Demirtaş di xebatên komeleya Elewiyan de cihê xwe digire. Ew dibêje, “Kela canê her kesî rabûye. Em dizanin, ev mesele wê di dewra diduyê de bi dawî bibe. Em nexasim jî hewl didin xwe bigihînin hilbijêrên ku di dewra yekê de nekarîn dengê xwe bidin yan jî neçûn ser sindoqan, da ku em wan bînin. Werin em bi hev re dawî li vê zêhniyeta li dijî jinan tine bikin. Jin wê dawiyê li dîktatoriyê bînin.” 

 

Em desthilatê bi hev re hilweşînin

Hatûn Demir a ji Depê (ser bi Elezîzê) ya 55 salî dibêje, “Heger îro wê li desthilatê tiştek biguhere, sedema vê yekê vîna gelê Kurd e. Partiya me xwest, em jî hatin ser sindoqan û me dengê xwe da. Min raya xwe da, da ku ev diz biçin û dîlên di zindanan de azad bibin. Tu were, dengê raya xwe bide û em bi hev re vê desthilata kîf û hefnikgirtî hilweşînin.”

 

Hilbijêran dibin ser sindoqan

Li konsolosxaneya Munsterê bi xwe, heta niha bêhtirî 28 hezar kesan dengê xwe daye. Platforma Demokrasiyê ya OWL a bi hevkariya 14 sazî û rêxistinan, bi otobus û maşînên şexsî di du rojan de 850 kes birin ser sindoqan. Berdevkê platformê Îsmail Taş got, “Gelek hilbijêrên me bi maşînên xwe yên şexsî ji bo ku dengê xwe bidin çûne Munster û Hannoverê. Em ê xelkê heta çarşemê (îro) jî bi maşînên şexsî bibin ser sindoqan. Heger pêdiviya kesekî bi maşînan hebe, bila telefonê me bike. Telefonên me ev in: 01777205174, 017645159002, 01749815934, 017670143539”.

Taş got, dewra diduyê gelekî girîng e û wiha bang li hilbijêran kir: “Yan demokrasî yan jî rejîma dîktayê ya bêkêmasî wê çêbe. Em bang li hilbijêrên li dijî rejîma dîkatayê dikin, werin dengê xwe bidin. Werin em bi hev re derbekê li faşîzmê bixin.”

 

Belkî cara dawî be

Berpirsê CHP´ê yê herêma hilbijartinê ya Munsterê, Cumali Duman jî got, “Roja me ya dawî ye. Divê her kes ji bo heq, hiqûq, dad, mafê mirovan, demokrasî û jiyaneke wekhev seferber bibe û bê dengê xwe bide. Heger Erdogan bi ferqeke piçûk bi ser keve, dibe ku li Tirkiyeyê êdî hîç hilbijartin nebin jî.”

 

Destpêka serdema nû

Rêveberê Giştî yê weşanê yê kovara “Alevilerin Sesi" Erdal Kılıçkaya jî dengê xwe li Luksemburgê da. Wî got, “Ev ê bibe hilbijartina Tirkiyeyê ya herî girîng. Werin ji bo Tirkiyeyeke demokratîk, ji bo azadiyê em erka xwe ya welatîbûnê bi cih bînin. Bila ev bibe destpêka serdemeke nû.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.