Hûlkî Guneş nayê berdan
Duşem 4 Îlon 2023 - 00:05
DELAL AKYÛZ / MA / ÎZMÎR
Girtiyê siyasî Hûlkî Guneş (59) ê di girtiya Şakran a Alîaga ya Îzmîrê ya Hejmara 4'an a Tîpa T'yê de, salek di ser berdana wî ya bi şertî re derbas bûye jî, bi hinceta cezayên dîsîplînê nayê berdan.
Guneş di sala 1992'yan de ji ber mirina leşkerekî ku li herêma Sarimsak Tepe ya Bajaroka Çayçatiyê ya navçeya Gimgim a Mûşê di şer de mir hat binçavkirin, piştî îşkenceyên di binçavan de hat girtin. Dadgeha Dewletê (DGM) a Amedê bi îdiaya "xerakirina yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê li Guneş birrî.
Dadgerî biryaran nabîne
Ji ber îşkenceyê nexweşiya Ankîlozan Spondîlît û pişikê li Guneş peyda bûne. Guneş di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye. Guneş, di 32 salên girtîgehê de rû bi rûyê gelek lêpirsînên dîsîplînê bûye.
Di sala 2009'an de li Girtîgeha Mûşê bi hinceta ku di dema muayeneyê de "gef li bijîşk xwariye" Dadgeha Ceza ya Mûşê sal û 8 meh ceza li Guneş birriye. Derveyî vê li Girtîgeha Amedê jî ji ber nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan daye cezayê dîsîplînê û li Girtîgeha Alîaga ya Îzmîrê jî bi îdîaya "eşyayên qedexe" salek ceza lê hatiye birîn.
Piştî îtiraza parêzeran cezayê hucreyê yê li Amedê û cezayê ku li Alîagayê li Guneş hatibûn birrîn hatin xerakirin û dadgehê der barê wî de biryara beraetê da. Lê belê Dadgeriya Înfazê ya Îzmîrê van biryaran esas nagire.
Sedat Akbal, parêzerê Guneş di 27'ê Tîrmeha 2023'yan de serî li dadgeha bilind da û xwest muwekîlê wî bê berdan.
Akbal diyar kir ku ev pirsgirêk li hemû girtîgehan hene û bal bire ser nakokiya di navbera qanûnan de. Akbal anî ziman ku tavilê divê biryarên derbarê muwekîlên wî de esas bên girtin û rojek berî rojekê bê berdan.