Skoçya, nexasim jî deverên wê yên çiyayî yên bi navê Highland (Banî/Çiya) zivistanan dişibin Serhedê. Di vî resmê Victoria Crowê de jî em vê dibînin. Zivistaneke baniyan a berfê lêkirî, mî û şivanekî bi kîsekî miyên xwe li mêrgê êm dike.
Hunermenda Skoçyayî, li Londonê, li Zanîngeha Huner a Qraliyetê û li Dibistana Huner a Kingstonê xwendiye, lê wê Zanîngeha Huner a Edinburghê ji sala 1968´an û pê ve dersên xêzkirin û rengandinê dane heta sala 1998´an.
Di nava van 35 salên bihurî de bi terzê xwe yê diyar, wê xwe li welatê xwe Skoçyayê weke yekê ji hunermendên li pêş da qebûlkirin. Weke li vir di rengandinên wê de hawîrdor, dever, peyzaj, awayê jiyanê hene, lê her wiha portre, portreyên xwe bi xwe û hundirê mekanan jî. Ji ber wê mirov dikare bi rehetî berhemên wê bisinifîne.
Di hunerê wê de mirov bi hêsanî serdestiya rengên şîn û spî bi tevahiya ton û nuansên wan bibîne. Herdu jî ez dibêjim, elaqedarî baniyan in, welatê wê Highlandê. Gava ew rengên weke sor yan jî pirteqalî yên dûrî sermê û baniyan jî bi kar tîne, bi pirranî wan di nava rengên şîn û spî de bi cih dike: weke rojavayeke zivistanê ku roniyeke sor li qurmên daran (berhema wê ya bi navê Berfa şîn û darên agirî) dixe.
Em carinan jî dibînin wê di nava rengên sor û pirteqalî -weke çarçoveyê- de ew şîn û spî di nava tariyeke êvarî de bi cih kiriye; yanî wê ileh li aliyekî ew serdestiya şîn û spiyê, ew hukmê serma û baniyan bi hunerê xwe îfade kiriye. Belekiyeke berfê ya berêvareke (berhema bi navê berfa rohnî) bi sorê xemilî jî ji vî hukmî xilas nabe.
NAVENDA NÛÇEYAN