HTŞ’ê bi şûran êrişî sivîlan kir

Sêşem 30 Kanûn 2025 - 09:14

Li herêmên peravê yên Sûriyeyê, berteka raya giştî li dijî binpêkirinan zêde dibe; gel daxwaza xwerêveberiyê û federalîzmê dike. Cîhadîsên HTŞ’ê bi şûrên ku berê jî DAIŞ’ê bikar dianî êrişî sîvîlan dike.

Komkujiyên li peravên Sûriyeyê careke din derketine pêş. Ev rewş careke din rêbazên zordar ên ku ji hêla cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ve li dijî sivîlan têne bikar anîn eşkere dike. Binpêkirin ku bi deng û vîdyoyê hatine belgekirin, rûyê rastîn ê tundûtûjiya ku li dijî xwepêşandanên aştiyane tê bikaranîn eşkere dike. Xwepêşandan li dora daxwazên maf û mafê diyarkirina çarenûsê ne.

Vîdyo û wêneyan her wiha amûrên ku cîhadîstan li dijî xwepêşanderan bikar tînin eşkere kirin. Ev wêne rêbazên ku DAIŞ'ê berê hin deverên Sûriyeyê kontrol kiribûn, li dijî sivîlan û jinan bi kar dianîn tînin bîra mirov. Amûrên ku hatine bikaranîn şûr û tiştên din ên tûj bûn.

Her çend xwepêşandanên sivîl aştiyane bin jî, daxwaz li dora mafê çarenûsî û pêkanîna sîstemek federal disekinin. Lêbelê, Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) van daxwazan qebûl nake. HTŞ dixwaze yek ol, yek netew û yek zimanî li ser civaka Sûriyeyê ferz bike, tevî pirrengiya olî û çandî ya wê.

NÛJINHA/NAVENDA NÛÇEYAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.