HSK li hewarê ye

Duşem 13 Sibat 2023 - 00:11

  • Hevseroka Heyva Sor  a Kurd Qertmînî da zanîn ku tevî astengiyan, ew her rêyê diceribînin da ku alîkariyê bigihînin mexdûrên erdhejê yên li Heleb, Şehba, Efrîn û Cindirêsê.  

ERKAN GULBAHÇE

Hevseroka Heyva Sor a Kurd a Eva Elî Qertmînî da zanîn ku li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî û li Rojavayê Kurdistanê, ji bilî deverên dagirkirî, rewş aram bûye. Pirraniya xelkê êdî li malên xwe dimîne. Herçî xelkê li Kobanê û Minbicê ne, ew bi pirranî hîna di konan de dimînin. Eva Elî Qertmînî da zanîn ku trajediya bi rastî li Efrîn û Cindirêsê qewimiye.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd da zanîn ku wan piştî erdhejê xwe gihandiye taxa Şêxmeqsûd a Helebê, li wir 6 jkes di encama erdhejê de mirine û 39 kes jî birîndar bûne. Li ser rewşa li Şêx Meqsûdê Eva Elî Qertmînî da zanîn ku wan lêkolînên xwe kirine û wiha dewam kir: “Şêx Meqsûd hêdî hêdî birînên xwe dipêçe. Em niha êdî kavilan bi temamî radikin. Miletê me jî hevkarî û alîkariyê dike bi wan kesan re ku zerar li malên wan bûye. Xelkê me hewl dide birînên wan bipêçe. Weke Heyva Sor a Kurd, em hewl didin alîkariyê bigihînin herêmê. Karwanê me yê alîkariyê halê hazir li Minbicê hatiye rawestandin. Rejîm destûrê nade ku karwanê alîkariyê bigihîje deverê. Dibêjin, heger rejîm rahêje nîvê eşyayên di karwên de, ew ê destûrê bidin.

Xelkê me yê li taxa Şêx Meqsûd û li tevahiya Helebê, ji tirsa erdhejê li derve di konan de dimînin. Heta niha ji deverên din ên Helebê qederê 2 hezar û 500 malbatî çûn Şêx Meqsûdê. Hîna hezar malbatên din hene ku dixwazin biçin Şêx Meqsûdê. Lê derfetên wan nînin ku ji sînor bibihurin. Barê li ser pişta Şêx Meqsûdê her roj zêdetir dibe. Ew yeqîn dikin ku êdî hew dikare vî barî ragire. Lewma alîkariyên ku ji deverê re tên şandin, tên astengkirin.”

Pere şandin ji bo konan bikirin

Lê Heyva Sor hema welê li ber astengiyê nesekiniye. Eva Elî Qertmînî da zanîn ku wan li ser van astengiyan, pere gihandine Helebê, li wir xwarin û kon kirîne û hewl didin wan bigihînin Şêx Meqsûd û Şehbayê.

Eva Elî Qertmînî da zanîn ku alîkariya navneteweyî, bi ti awayî hîna negihîştiye Rojava (ji bilî deverên dagirkirî) û herêmên Rêveberiya Xweser, û sedem jî ew e ku rejîm tenê di ser Şamê re van alîkariyan qebûl dike. Lê Eva Elî Qertmînî bi îhtîmam dibêje, alîakariya insanî ya navneteweyî lazim e û muhim e. 

Cindirês bi temamî kavil bûye

Eva Elî Qertmînî da zanîn ku ji deverên dagirkirî agahî ji wan re tên û li gorî van agahiyan nexasim rewşa Cindirês û Efrînê xirab e. Herçî Cindirês e, bi temamî kavil bûye. Li gorî agahiyên gihiştine ber destê wan 901 kes li Cindirês û Efrînê fermî li bîlançoya miriyên erdhejê hatine zêdekirin. 
Hevseroka Heyva Sor a Kurd Eva Elî Qertmînî da zanîn ku wan karwanekî alîkariyê ji roja ewilî ve amade kirine, û ew karwan hîna jî tê asteng kirin: “Heta niha, hem rejîma Sûrî û hem jî çeteyan nehişt ku karwanê me yê alîkariyê bikeve Efrîn û Cindirêsê. Nexasim çete, dibêjin, ew ê bi ti awayî destûrê nedin.”

Eva Elî Qertmînî, da zanîn ku ji herêmê agahî ji wan re tên ku çete dest datînin ser kepçe, vînç û malzemeyên Kurdan û nahêlin ku mirov ji bin xirbeyan bên derxistin. Wê da zanîn ku çeteyan dora Cindirêsê bi temamî girtiye û alîkariyê asteng dikin. Wê wekî din got, heman çete dikevin nava xaniyên hilweşiyayî yan jî valakirî û diziyê dikin û talanê xelkê radikin. 

Bi hewaleyê pere şandin

Eva Elî Qertmînî da zanîn ku piştî van astengiyan wan hewl daye alîkariya pere weke hewale bişînin. Lê belê pereyê ku şandine, nivîbinivî ji aliyê dagirkeran ve hatiye desteserkirin. 

Heyva Sor li cem gel e

Eva Elî Qertmînî herî dawî got, “Em weke Heyva Sor a Kurd timî li cem gelê xwe ne. Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê miletê xwe tenê nehêlin. Em ê bi hev re birînan bikewînin.  Derfet kêm jî bin em ê her hewl bidin alîkariyê bigihînin miletê xwe yê li Efrîn û Cindirêsê. Em ji gelê xwe jî dixwazin destê alîkariyê bigihînin xelkê me yê Cindirêsê û Efrînê.”

Wê ji saziyên navneteweyî yên alîkariya insanî jî xwest, korîdorên misoger ên ji bo alîkariya insanî bidin vekirin.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.