HRE´yê di 6 mehan de 112 sagir ker kuştin
Duşem 5 Tîrmeh 2021 - 16:06
- Di çalakiyên heta dawiya Hezîranê HRE´yê li Efrîn û derdora wê 31 leşkerên Tirk 79 çeteyên Tirk û 2 sîxûrên MÎT´a Tirk kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê nivîskî bîlançoya 6 mehan a çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeriyê eşkere kir. Li gorî vê HRE’yê di 6 mehan de 112 dagirker hatine kuştin.
HRE´yê bi detayan got, di 6 mehên destpêkê yên 2021’ê de 31 leşkerên Tirk, 2 sîxurên MÎT’a Tirk û 79 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin, 83 jî birîndar bûne. Her wiha 26 wesayîtên leşkerî, 2 motor, dûrbînek termal û dûrbîneke rojê, kargehek û 4 baregehên leşkerî hatine rûxandin.
Şervanên HRE´yê wekî din 1 BKC, 3 AK-47, 1 dûrbîna şevê, 1 bêtêl û 3 telefon jî desteser kir.
HRE´yê da zanîn ku artêşa dagirker ji destpêka sala 2021‘ê ve bi sedan caran herêm topbaran kiriye. Di wan topbaranan de 4 ji wan zarok 8 welatî şehid bûne û 11 welatî jî brîndar bûne.
HRE´yê da zanîn ku di êrişên artêşa dagirker û komên çete de 5 şervanên wê şehîd bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN