• HRE ji bo rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran her hefte çalakiyên xwe zivistanê jî dewam dike. Di du çalakiyên cihê de HRE´yê 4 dagirker kuştin û 8 birîndar kirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) careke din derba xwe li dagirkeran da û 4´e din ji wan kuştin. Di heman çalakiyan de 8 dagirker jî birîndar bûn.
HRE´yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di 3 û 4’ê Kanûnê de di çalakiyên hêzên wan de, 3 leşker Tirk û çeteyekî wan hatine kuştin, 4 leşker û 4 çete jî birîndar bûne.

Daxuyaniya HRE´yê li çalakiyên wê yên 3 û 4’ê Kanûnê de wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker ku di dîroka xwe de her tim nûnertiya çanda qirkirin, asîmilasyon û pêkanînên nemirovî li hemberî gelan kiriye, îro jî bi qirêjiya xwe hemûyî qirkirin û asîmilasyonê li ser gelê me ferz dike. Di wan pêkanînên xwe de bêyî ku cudahiyê bixe navberê, jin, zarok, kal û pîr temamê beşên civakê dike hedef. Dewleta faşîst ku par di meha Kanûnê de li Til Rifatê zarok qetil kiribûn, îro ji bi heman şêwazê li dijî gelê herêmê qetlîaman dike. Bûyera ku herî dawî li gundê Kîmarê qewimî jî mînakeke vê yekê ye. Ji bo tolhildan û bersivdayîna wan pêkanînên nemirovî hêzên me çalakiyên xwe dewam dikin. Di vê çarçoveyê de;

Berxwedan misêwa wê dewam bike
3’ê Kanûnê destê sibehê, hêzên me li herêma Efrînê li hemberî baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî brîndar bûn. Herwiha tivingeke 1 MPT-76, rextê wê, dûrbîneke termal, bêtêlek û telefonek jî hatin desteserkirin.

4’ê Kanûnê li herêma Efrînê, hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê li dar xist. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.
Li hember pêkanînên nemirovî yên dewleta Tirk yên ku li dijî gelê me dimeşîne, çalakiyên me yên tolhildanê wê dewam bikin.”

Hefteya bihurî jî, 27´ê Mijdarê HRE´yê çalakiyek li dijî dagirkeran li gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa ya ser bi Efrînê, çalakiyeke taybet li dar xistibû. Di vê çalakiyê de baregeheke çeteyan bûbû armanca mûşekên li armancê siwar dibin. Di çalakiyê de 5 çete hatibûn kuştin û çar wesaîtên çeteyan jî hatibûn îmhakirin.

NANEVDAN NÛÇEYAN