Hoy derkewtin le Şuray Mîlî Muqawemet

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 14 Tebax 2021 - 04:08

Hoy derkewtin le Şuray Mîlî Muqawemet

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(90)

Hesen Qazî
hsghazi@gmail.com

Mêhdî Xanbaba Têhranî û dozî Kurdistan
Beşêk le giftugoy Hemîd Şewket legel Mêhdî Xanbaba Têhranî
Awrêk le bizûtnewewî çep le Iran le nawewe, giftugo legel Mêhdî Xanbaba Têhranî, çapî yekem beharî 1989

Şewket: Kardanewey Hîzbî Dêmokrat çi bû?

Xanbaba Têhranî: Ewan ew qiseyey Mucahîdînyan qubûl nekird. Belam eweyan pejrand lewe duwawe ber le her core muzakereyek legel nwêneranî dewletî Cimhûrî Îslamî şûra agadar ken.

Şewket: Aya le pesindkirawekanî Şûray Mîlî Muqawemet le cêda pesindkirawêk hebû sebaret be şêwey muzakere legel rêjîmî Xumeynî ya ewey ke Mucahîdîn ew bîrokeyan le pirênsîpêkî giştî tirewe derdexist le ser binemay ewey ke nabê legel dujmin muzakere bikrê?

Xanbaba Têhranî: Be bawerî min ew meseleye core biyanûgirtinêk bû le layen Mucahîdînewe. Ewan serqalî teng kirdnewey şûra û helwejardinî rêkxirawekey xoyan bûn. Amancyan ewe bû şûra biken be amrazêkî bê îrade le dest xoyan da û Hîzbî Dêmokrat yek lew berhelistane bû ke bo geyiştin be amancêkî ewto dest û pêy debestin. Duway derkewtinî Benî Sedir îdî norey Hîzbî Dêmokrat hatbû ke debû yan mil bo Mucahîdîn rakêşê u yan çarenûsî debû be î Benî Sedir. Lemer muzakerey Hîzbî Dêmokrat legel rêjîm xirap nîye amaje bikem be qiseyek ke le naw min û Recewî da alugor kira. Webîrm dê le giftugoyek da ke legel Recewî heman bû lew bareyewe pêm gut, Hîzbî Dêmokrat hemîşe legel rêjîme fermanrrewakan muzakerey kirduwe û ewe şitêkî taze nîye. Recewî ew pirênsîpey qubûl kird û tenanet bo çareserkirdnî meseleke deqêkî be xetî xoy nûsî ke emin hêşta ew desxetey wîm le laye. Recewî lew deqe da muzakere legel heyete nîzamî û dewletîyekanî Iranî bo cêbecê kirdinî meseley karubarî lemer şer le Kurdistan be erk û mafe seretayiyekanî Hîzbî Dêmokrat zanîwe. Demewê bilêm ke 'îtrazî ewan be rûdawî muzakere legel Cimhûrî Îslamî, le rastîda biyanûy Mucahîdîn bû bo gewre kirdnewey kêşe legel Hîzbî Dêmokrat be mebestî tesbîtî hêjêmonî û otorîtey reha le şûra da.

 

Mêhdî Xanbaba Tehranî

Şewket: Ew giftugoye kengê le naw êwe da rûy da? 


Xanbaba Têhranî: Her be dem ew 'îtrazaney ke le muzakerey Hîzbî Dêmokratî Kurdistan legel rêjîm dekra. Emin be Recewîm gut, Kurdekan hemîşe le derfetî muzakere bo sazkirdinî îmkanî pişûdan le xebat da kelkyan wergirtuwe û le cêda  bizûtnewey Kurdistan bê muzakere natuwanê dirêje bikêşê. Zor car rûydawe ke le ser gorînewey yexsîran yan radest kirdnewey meytî kûjrawan le nêwan layenekan da muzakere û gorînewe dekrê. Hêndêk car le ser ew se'ataney ke hêzekanî her dû la bo hatu çû û kontirolî cadekan be destewe bigrin le nêwan hêze dujminekan da rêkewtinî labela dekrê. Ew core rêkewtinane nakrê be bê muzakere helsûrên û le cêda le qanûnekanî şere partîzanîyekanin. Leweş derçê Hîzbî Dêmokrat her le hewelîn rojekanî şorişewe, pirênsîpî muzakerey le ser xudmuxtarî pejranduwe û cêbecêy kirduwe. Belam argumêntî Mucahîdîn ewe bû ke le 30-î Cozerdanî 1360 we [20-î Juwenî 1981], wate despêkî neberdî kirawe û aşkiraynêwan rêjîmî Xumeynî û Sazmanî Mucahîdîn, gişt xesletekanî rêjîm gorawe û muzakerey Hîzbî Dêmokrat legelî pasaw nadrê.
 
Şewket: Karî ew danîştine duwacar be kwê geyişt? 

Xanbaba Têhranî: Sereray dimeteqe û gengeşey dûrudrêj Hîzbî Dêmokratî Kurdistan boçûnî Sazmanî Mucahîdînî qubûl nekird û raygeyand debê rêz le mafî muzakere bo xoy û ewanîdî bigîrê. Mucahîdînîş be dûy ewewe bûn ke şûra lew bareyewe helwêst bigrê û daxuyanîyek be nawî xoy derçiwênê. Be xoragrî Hîzbî Dêmokrat, ême û jimareyekî dîke le endamanî şûra ew daxuyanîye bilaw nekrayewe û bew şêweye danîştineke kotayî hat. Û wa biryar dira le danîştinî duwatir da lew meseleye bikoldirêtewe.

Şewket: Ewe her heman kobûneweye bû ke têyda Mucahîdîn, Hîzbî Dêmokratî Kurdistanyan le şûray Mîlî Muqawemet wela na?

Xanbaba Têhranî: Mucahîdîn Hîzbî Dêmokrat yan bang nekird bo ew kobûneweye. Pêkhatinî danîştinekeşyan be telefun be min gut û pêşyan rageyandim ke Hîzbî Dêmokrat bo beşdarî lew kobûneweye da bang nekrawe, ewe îtir cîlwey tewawî şêwe û çilonayetî bîrkirdnewey Mucahîdîn bû lemer karî şûrayî û nîşanî deda ke îtir karî Mucahîdîn û şûra duwayî hatuwe.
Mucahîdîn çend hewtû ber le pêkhatinî ew danîştiney ke lemer lêkdanewey wez'îyetî Hîzbî Dêmokrat debû, le rojnamekey xoyanda dengubasî lemer "şorişî îdêolojîk" yan be çapî beyannameyek rageyand û be pîrozbayî û mubarekbadî pêwendî hêjay Mes'ûd Recewî legel Miryem 'Uzdanlû rêberî nwêy şorişyan diyarî kird. Idî lew demîyewe dilnya bûm ke karî şûra tewaw buwe. Boye ramgeyand le kobûneweyek da ke le layen berpirsî şûrawe bang kirabû  beşdarî nakem û dawam le hawrêyanî rêkixrawey xomanîşim kird herçî zûtir helwêstî lêbiraw û yekcarekî xoyan sebaret be endametî le şûra da rabgeyênin. Û waq'îyet eweye lew bareyewe kemêk we direngîş kewtibûyn. Ême le 15-î Xakelêwey 1364 [4-î Awrîlî 1985] rageyandinêkman amade kird bo şîkirdnewey wez'eke bo bîr u ray giştî.



Dirêjey heye...

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.