Hovîtiya dewleta Tirk dewam dike
Yekşem 24 Nîsan 2022 - 22:21
- Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker, erebeyek li ser rêya gundê Um El-Beramîl ê rojhilatê Eyn Îsayê kir hedef.
Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker, erebeyek li ser rêya gundê Um El-Beramîl ê rojhilatê Eyn Îsayê kir hedef. Di encamê de erebe bi temamî wêran bû, lê zirara canî li kesî nebû.
Li gorî çavkaniyên leşkerî, li herêmê, beriya 2 rojan balafireke bê mirov a bi çek a artêşa Tirk a dagirker li ser rêya gundê Um El-Beramîl ê rojhilatê Eyn Îsayê erebeyek kiribû hedef.
Heman çavkaniyan eşkere kir ku êriş 22`yê Nîsanê saet di 22:00`an de pêk hatiye. Di encamê de erebe bi temamî wêran bûye lê ti zirara canî li kesî nebûye.
ANHA/HESEKÊ