Hovîtî û sûcê şer ê dewleta Tirk

În 17 Çile 2025 - 03:25

Dewleta Tirk a dagirker li dijî welatiyên ku ji bo parastina bendavê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî şer li Bendava Tişrînê nobedê digirin komkujiyek pêk anî, di encamê de 3 welatî şehîd bûn û 19 jî birîndar bûn. Şehîd û birîndar rakirin nexweşxaneyên Tebqa, Reqa û Kobanê.

Li kantona Tebqa û bajarê Kobanê navên 3 şehîdan û gelek birîndarên gihîştine nexweşxaneyên Kobanê û kantona Tebqa belge kirin. Navên şehîdan wiha ne: Omer Hisên Derwêş, Osman Mustefa Îbrahîm û Basim Omer.

Navên birîndaran jî wiha ne: Îlham Xelîl Derwêş (36), Dîlan Murad Xelîl (21), Edle Mustefa Mihemed Elî (24), Azad Idrîs, Yasir Hemîd, Mazlûm Hemo (30), Meryem Henan (70), Mahir Mehyedîn, Kurdo  Mehmûd Hesen, Fatme Omer Elî, Izedîn Hecî Ebas, Osman Îbrahîm, Hîbe Omer Ezîz, Ronîze  û Mihemed Ebdulqadir. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku hedefgirtina sivîlan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve binpêkirina qanûna mirovî ya naveteweyî û sûcê şer e û bang li cıvata navneteweyî kir ku êrişên Tirkiyeyê rawestîne, welatî û binesaziyê biparêze.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.