Di êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî bajarê Qamişloyê de cihê herî zêde bûye hedef, çapxaneya Sîmav bû. Di êrişê de 6 rêveber û xebatkarên çapxaneyê şehîd bûn, gelek jî birîndar bûn. Li pey êrişan jî avahiya hilweşiyayî, amûrên xerakirî, xwîna şehîdan û şerma mirovahiyê ma.

Dewleta Tirk a dagirker ji 23`ê Kanûna 2023`yan ve êrişî saziyên xizmetgûzariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Dewleta Tirk pêr gelek êriş birin ser Çapxaneya Sîmav e. Balafirên bê mirov û biçek ên dagirkeran 25 Kanûnê 2023 Çapxaneya Sîmav a li bajarê Qamişloyê gelek caran bombebaran kirin.

Di dema êrîşê de 27 karmendên çapxaneyê, bêyî ku haya wan ji tiştekê hebe serê sibehê saet 08.00’an dest bi karê xwe kiribûn. Dema wan karê xwe dimeşand, balafirên dewleta Tirk a dagirker saet derdora 10:30`an çapxane bombebaran kir û komkujiyek kir. Di komkujiyê de 6 rêveber û xebatkarên çapxaneyeyê şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn. 

Navên şehîdên çapxaneya Sîmavê jî wiha ne: Endamên Rêveberiya Çapxaneyê Ferhan Xelef û Bêrîvan Mihemed, yek ji damezirînerên çapxaneyê Hisên Ehmed, xebatkarên çapxaneyê Riyad Hemo, Rênas Hemîd û Ferhan Temê.

Xebatkarên birîndar veguhestin nexweşxaneyên li bajêr.

Çapxaneya Sîmav di dawiya sala 2013`yan de li jêrzemîneke taxa Bişêriyê ya Qamişloyê bi 14 endaman hat vekirin. Di sala 2017`an de piştî ku karê çapxaneyê berfireh bû, navenda xwe veguhest cihê niha.

Li çapxaneyê kovar, pirtûk, lênûs û rojname dihatin çapkirin. Hefteyê 6 hezar nusxeyên rojnameyan li çapxaneyê dihatin çapkirin.

ANHA/QAMIŞLO