- Leonardo da Vinci bêhtir bi tobloyên xwe tê naskirin, lê li ser anatomiyê jî gelek tişt xêz kirine. Wî her wiha bi sedan jî nîşeyên wî li ser anatomiyê hene. Berhema wî ya bi navê “homo vitruvianus” yek ji wan nimûneyan e. Xêzên wî yên li ser anatomiyê di warê zanyariyê de jî nimûneyên bêhempa bûn. Piştî mirina wî zanyar bi van xêzên wî daketin û gelek lêkolîn kirin li ser xêzên wî yên anatomiyê.
Hunermend Leonardo da Vinci bi qasî karên hunerî di warê zanyariyê de jî jêhatî bû û ew weke “mirovê ronesansê” tê binavkirin. Ew bêhtir bi tabloyên xwe yê “Mona Lîsa” û “Şîva Dawî” tê zanîn. Lê hin xêz û gelaleyên wî yên di warê zanistî de jîrbûna wî baştir nîşan didin û kêm kes bi van xebatên wî dizanin. Gelek kes bi agahiyên ansîklopedîk derheqê wî de hin tiştan dixwînin û jê wêdetir Leonardo da Vinci nas nakin. Yek ji van xêzên wî yên girîng “homo vitruvianus” (Mirovê Vîtruviyanî) e. Yanî ev berhema wî nimûneyeke baş a van xêzên wî ye. Ji bo ku hevgiriyê kifş bike û baştir bide fêhmkirin wî ev xêz çêkiribû. Ev karê wî ji hêlekê ve weke berhemeke hunerî tê nirxandin û ji hêlekê ve jî weke dîyagrameke bîrkariyê tê qebûlkirin. Xêza bi navê “homo vitruvianus” îşaret dike bi nihêrîna Leonardo da Vinci ya “her tişta li ser rûyê dinyayê bi tiştên din re têkildar e”. Wî ji bo vê yekê bide fêhmkirin ewqasî xêz kir û bi sedan berhem û mestereyên weke “homo vitruvianus” çêkirin.
Xêzên nîşaneya hostetiyê
‘Homo vitruvianus” di dawiya sedsala 15’an de hate xêzkirin. Leonardo da Vinci ew di sala 1492’an de xêz kir. Ev xêz her wiha bi navê “Li gorî zilamê Vitruvian rêjeya bedena insan” jî tê zanîn. Wî bi qelemê ev berhem çêkir. Her wiha hibr û çend alavên din jî bi kar anîn ji bo vê berhemê temam bike. Wî di nav xelekekê de mirovekî tazî yê îdealîzekirî teswîr kiriye. Lê ji beden û mirovên din cudatir, çar ling û çar mil xêzkirine. Her wiha weke ku mêrik 16 poz dabin teswîr kiriye. Ev yek jî hostetiya Leonardo da Vinci nîşan dide. Ji ber ku ew bi çend aliyan li ser nisbet û rêjeya bedena insan fikiriye û fikrên xwe bi riya xêzan derbirîne. Ev berhem, esas, xwe dispêre mîmar û endezyarekî Romayî yê bi navê “Vitruvius”. Wî beriya mîladê di navbera salên 30 û 15’an de berhemek li ser avahîsaziyê bi navê “De Arhitectura” nivîsandibû. Vê xebata wî behsa mîmariyê dikir, lê di heman demê de li geometriya rêjeyê ya “tekûz” jî dikola. Vê xebatê bala Leonardo da Vinci bire ser anatomiyê û ev xêzên wî yên li ser anatomiyê bi vî awayî derketin holê. Yanî îlhama van karên wî berhema “De Arhitectura” bû.
Da Vinci û anatomiya insan
Di dema ronesansê de teorîsyenên weke Leon Battista Alberti, li ser zanînên hunermendan ên anatomiyê sekinîn û nivîsandin. Wan dixwest hunermend derbarê anatomiyê de şareza bin da ku di karên xwe yên hunerî de xurt bibin. Leonardo da Vinci hîna di destpêkê de bi anatomiyê daketibû, yanî beriya ew bibe hoste, weke şagirtekî bi hûrgiliyên anatomiyê daketibû. Leonardo ji bo ku anatomiyê baştir ji hev derxe û lê serwext bibe, cendekên mirovan bi kar anîn. Wî qederê 30 cendekî qelaştin heta ku di vî karî de zanîna xwe bi pêş xist, şareza bû. Di dema kar de, pirr bi baldarî tevgeriya û nîşeyên wî nîşan didin ku wî bi awayekî ciddî ev kar biriye serî. Xêzên wî yên ewilî bêhtir li ser qerqotên insan û masûlkeyan in. Lê bi demê re li ser mekanîka bedana insan jî xebitî û xêz kir.
Xêz û nîşe ji xwe re hilanîn
Leonardo da Vinci hîna jî weke anatomîstekî girîng tê hesibandin. Ji ber ku zanyar îro jî ji xêzên wî sûdê werdigirin û dixwazin ji xêzên wî fêhmbikin. Nihêrîna Leonardo da Vinci ya derbarê anatomiyê de statîk nîn bû. Wî tenê anatomiya heyî ya li ber çavan şirove nekir, her wiha parçe û hestû çawa bi hevdu re dixebitin û peywira wan a sereke çi ye, lêkolîn kir û bi xêzan ev lêkolînên xwe qeyd kirin. Formê bedena insan, sîmetrî û rêjeya bedena insan pirr bala wî dikişandin û heta dawiya emrê xwe jî li ser van tiştan nîşeyên wî hene û wî ew xêz jî kirin. Lê wî gelek nîşe û xêzên xwe bi kesî re parve nekirin û ji xwe re hilanîn. Piştî mirina wî ev nîşe û xêzên wî derketin holê û ji hêla zanyaran ve weke nimûneyên bêhempa yên anatomiyê hatin qebûlkirin.
Kêm caran hatiye nîşandan
Xêza Leonardo da Vinci “homo vitruvianus” ji sala 1822’yan heya îro li bajarê Venedîkê yê Îtalyayê tê parastin. Ew di nav koleksiyonên “Gallerie dell'Accademia” yek ji wan berhemê herî girîng e. Ev xêza hane, kêm caran li pêşangehan hatiye nîşandan. Ji ber ku pirr zirav û hişk e, gelek caran şikestiye. Yanî ew berhemeka pirr nazik e. Dema tê nîşandan jî ne bi temamî lê parçe parçe tê nîşandan. Herî dawî di sala 2019’an de li Muzeya Louvre ya li Fransayê, ji bo salvegara mirina Leonardo da Vinci ya 500’î hate nîşandan. Ev xêz yan jî berhem weke yekê ji nîşaneyên herî girîng ên Ronesansa Îtalyayê tê qebûlkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN