Hogir tim li pêş bû

Pêncşem 20 Tîrmeh 2023 - 00:20

OMER ÎBRAHÎMOGLU/MA/STENBOL

 

Kurê Mehmet Ozkan, Ûgûr Ozkan di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû; wî got, komkujî bi awayekî plankirî hatiye kirin: "Dewletê zarokên me kuştin." 

Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de DAIŞ'ê li Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûsa Rihayê ji kesên ku ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin, yên ku li ser banga Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) kom bûn, 33 kes qetil kiribûn û 104 kes jî birîndra kiribûn. Piştî komkujiyê malbat ji bo edaletê her meh kom dibin. Kurê Mehmet Ozkan, Ûgûr Ozkan di komkujiyê de canê xwe ji dest dabû; wî xwest kiryar bên dadgehkirin û cezakirin. 

Mehmet Ozkan ji Cizîra Şirnexê ye. Ew dide zanîn ku navê kurê wî esas Hogir e, lewma wî xwestiye navê Hozan Hogir li kurê xwe bike, lê di fermiyetê de dewleta Tirk destûr nedaye û ji bêgavî wî navê Ûgûr li kurê xwe kiriye. 

Mehmet Ozkan diyar kir ku haya wî jê tune bûye ku kurê wî çûye Pirsûsê û piştî ku pê hesiyaye çûye telefonî wî kiriye û got, "Cîranê me pê hesiyabû ku bombe teqeiyaye, lê ji min re negot. 2 deqe bi şûn de, xwişka wî telefonî min kir û got, 'televîzyonê veke, li Pirsûsê bombe teqiyaye.' Gava min televîzyonê vekir, ewilî ez çav bi wî ketim. Wê kêliyê dêya wî hat, li televîzyonê mêze kir. Di televîzyonê de çav bi Hogir ket û got ew e. Helbet min fêm kir ku Hogir şehîd ketiye, ji lew re tim li pêş bû." 

 

Cenazeyê Hogir li Cizîrê hatiye veşartin. 

 Mehmet Ozkan got, komkujî bi awayekî plankirî hatiye kirin û wiha peyivî: "Dewletê zarokên me kuştine, lê dixwaze ser wê bigire. Divê gelê me xwedî li me derkeve. Bila me bi tenê nehêlin. Divê em dest ji vê dozê bernedin. Ev ne dozeke adetî ye. Ji bo xerakirina pêvajoya çareseriyê, ev kirin. Dewletê ji bo xerakirina pêvajoya çareseriyê ev dek û dolab gerandin." 

 

Doza edaletê sûcdar dikin 

Mehmet Ozkan, gotinên serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû yên derbarê komkujiyê de bi bîr xistin û xwest Davûtoglû îfadeyê bide. 

Mehmet Ozkan anî ziman ku daxwazên wan ên ji bo edaletê sûc tên hesibandin û got, "Li gor wan kî doza edaletê bike, ew sûcdar e. Em dane ber lêpirsînê. Bi hinceta ku min heqaret li dadgehê kiriye, min 3 caran îfade da. Di dema dadgehê de polês û leşkeran fîşek da ber devê çekê û êrişî me kirin. Min ji efser re got, ‘Em jî mirov in. Agir bi kezeba me ketiye û hûn radibin hewl didin me bi zora çekê ji vir derxînin.' Min jî ji dadger re got, 'We li vir hem em mexdûr kirin hem jî we xwe rezîl kir.' Ji ber ku me ev gotin gotin, doz li me kirin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.