Şaredariya bajarê Elmanyayê Hofê, dixwaze agahiyên li ser Covid-19'ê ji bo penaberan û koçberan hemûyan berdest bin. Ji bo vê, wê agahî wergerandin gelek zimanan û çap kirin. Ev agahî li ser malpera wê jî peyda dibin û weke broşureke piçûk tevî zimanên din hat çapkirin jî.

Di nava zimanên din de Elmaniya besîtkirî, Ingilîzî, Tirkî, Erebî, Rûsî û Romenî jî hene. 

Di broşurê de agahiyên sereke û şîretên sereke yên elaqedarî pandemiya ji ber vîrûsa Koronayê hene. 
Şaredarî wekî din di ser VHS'an (Dibistanên Bilind ên Milet) re koçberan perwerde dike da ku ji koçberên din re behsa tevdîrên Koronayê bikin û wan agahdar bikin. Ji Sibatê ve şeş dewreyên perwerdeyê bi sê zimanan hatine kirin: Erebî, Rûsî û Kurdî. Bi van perwerdeyan 15 kes êdî wê karê agahdarkirinê bimeşînin.

HOF