Hizbullah şer ranegihand

Nûçeyên Cîhan

În 3 Mijdar 2023 - 15:42

Hamasê di 7’ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê dest bi êrişan kiribû. Piştre di navbera hêzên Îsraîl û Filistînê de şer dest pê kir û ev şer hê jî didome. Şer 28 roj li pey xwe hiştin. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, di êrişên Îsraîlê de 3 hezar û 760 zarok, 2 hezar û 326 jin, û bi giştî 9 hezar û 61 welatiyên Filistînê mirine û herî kêm jî 32 hezar kes birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyên ji Îsraîlê jî, di êrişa li Xezeyê de ji hezar û 400 kesî zêdetir îsraîlî mirine û 315 ji wan leşker bûne. Îsraîl behsa bêhtirî 5 hezar û 132 birîndarên aliyê xwe dike.

Doh di xutbê de serokê Hizbullahê, Hesen Nasrullah, îdîa kir pirraniya sivîlên Îsraîlê yên hatine kuştin, bi destê artêşa Îsraîlê ya “gêjbûyî” hatine kuştin.

Nasrallah bi îhtîmam îdîa kir ku ti elaqeya wan û Îrabnê bi êrişa 7´ê Cotmehê re nîne û îdîa kir ku Îsraîl “bêaqil” tevdigere û ji dîroka xwe dersê nagire. Wî armanca Îsraîlê ya tinekirina Hemasê bi bîr xist û got, sala 2006´an jî îdîa kiribû ku ew ê “me tine bike” lê bi awayekî “eşkere” têk çû. Çavdêrên siyasî daxuyaniya Hesen Nasrallah weke, ranegihandina şer li dijî Îsraîlê şirove dikin. Heman çavdêr difikirin ku Hizbullah wê alîkariyê bide Hemasê da ku Îsraîl armanca xwe ya tinekirina Hemasê bi ser nexe.

Di êrişên hewayî û bejahiyê yên li dijî Xezeyê de nexweşxane û kampên penaberan jî bûn armanca bombebaranan û êrişan.
 
Agirbest wê nebe

Tevî ku ji saziyên navneteweyî yên mîna Neteweyên Yekbûyî bangên agirbestê dikin jî lê heta niha ev bangên agirbestê berhewa mane, dîplomasiya ji bo agirbestê didomin. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku dorpêça li ser Xezeyê temam bûye. Berdevkê Artêşê Daniel Hagari ev daxuyanî da:“Leşkerên me dorpêça li ser Xezeyê ya ku navenda rêxistina terorê ya Hamasê ye, temam kirin.” Hagarî diyar kir ku vebijêrka agirbestê di rojeva wan de nîne.

Serfermandarê Artêşa Îsraîlê Herzî Halevî jî anî ziman ku leşkerên wan li navenda bakurê Xeta Xezeyê ne û got:“Hêzên me li bajarê Xezeyê xebatên xwe nîşan didin, derdora wê digirin, êrişên bejahiyê û serketina xwe kûr dikin.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu jî diyar kir ku şerê wan ên li dijî Xezeyê ji bo wan rê li ber berdêleke aborî vekiriye û bêyî ku ew bikevin nava dudiliyê ew ê vê berdêlê bidin û ew ê pere li her kesî belav bikin.

Hamasê jî li beramberî vê daxuyaniyeke tund da û diyar kir ku Xeze wê bibe ’’neleta’’ Îsraîlê û leşkerên Îsraîlê wê di kîsan de li wan vegerînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.