Li beriya Mêrdînê piştî çinîna nîsk û ceh çinîna genim jî dest pê kir. Li gorî daneyên destpêkê, li ber salên borî li erdên ne avdayî ji sedî 90 û ji erdên avdayî jî ji sedî 50 hatin heye.
Li bajarên herêmê bi rakirina debrê re bandora hişkesalî derdikeve holê. Şeyhmûs Yildirim ku bi makîneya durînê genim diçine, diyar kir ku li ber erdên ne avdayî erdên avdayî baş in û got: “Ji 40-50 donimî depoya 4 tonî bi zorê têje dibe. Li erdên ne avdayî ji donimekê 70-80 kîlo genim tê. Sala borî ji donimekî 700 kîlo dihat. Li erdên avdayî jî sala borî ji donimekê 70-800 kîlo dihat. Îsal di navbera 350 û 400 kîloyî de genim ji erdên avdayî tê.”
Cotar Mehmet Yildirim jî got: “Îsal hişkesalî çêbû. Hin rojan pir germ hin rojan jî pir sar bû. Dema ku sira cemidî lê debran da wan rizand. Divê dewlet piştgirî bide da ku cotkar karibin xwe bidin hev. Heke ev nebe wê cotkar şerpeze bibin. Li erdên avadayî jî ji ber mesrefa ceyran û gubre cotkar dixisirin.”
MA/MÊRDÎN