Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn got, dadger û dozgerên dewleta Tirk êrişên nijadperestiyê li gorî xala 122'an a Qanûna Ceza ya Tirk nanirxînin, bi çavê bûyerên edlî lê dinihêrin û ev nêzîkatî êrişan sor dike. 

Di van çend rojên bihurî de, nijadperestên Tirk li Afyonê êrişî 7 karkerên Kurd, li Enqereyê êrişî malbateke Kurd û herî dawî li Konyayê êrişî malbateke Kurd kir, gelek kes bi giranî birîndar kirin û Hakîm Dal ê ji Amedê jî qetil kirin. Ji bo Ajansa Nûçeyan Firatê (ANF) Ronî Aram bi ErenKeskîn re li ser vê êrişkariyê û aliyê êrişên nijadperest ên hiqûqî peyivî. Keskîn got, Komîsyona ÎHD'ê ya li dijî Nijadperestî û Cihêkariyê, êrişên nijadperestiyê hemûyan bi baldarî dişopîne. Eren Keskîn ji bo êrişên li dijî Kurdan got, "Em baş dizanin ku şidet polîtîk e, çi tundiya li dijî jinê û çi jî tundiya giştî. Zimanê dewletê yê tund, cihêkar û nijadperest van êrişan zêde dike. Nuqteyeke girîng ew e ku li vê cografyayê nijadperestên ku van êrişan dikin, bêceza têne hiştin."

Ji bo dadger û dozgeran nijadperestî asayî ye

Keskîn li ser sedema bêcezahiştinê jî got, dadger û dozger van êrişan li ser bingeha nijadperestiyê nanirxînin. Keskîn diyar kir ku helwêsta dadger û dozgeran a ku êrişan weke bûyerên edlî dinirxîne, dibe sedem ku hiqûq vê nijadperestiyê binixumîne. 

Hiqûqa dewleta Tirk nijadperest e

Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku ew dozên li ser mijarê bi israr dişopînin û got, "Em xwe digihînin malbatan, lê belê mirovan ditirsînin. Hevalên me xwe gihandin mirovên li Konya, Afyon û Enqereyê êriş li wan hate kirin. Temamê wan, got, 'Ji ber ku em Kurd in êrişî me dikin'. Mînak hevalekî me yê parêzer têkildarî êrişa dawî ya li Afyonê got, dozger êrişa nijadperestiyê ya li vê derê bi qest nabîne."

Nuqteyeke din a ku Keskîn balê dikişîne ser ew e ku di Qanûna Ceza ya Tirk de sererastkirineke têrker li dijî nijadperestiyê nîne. Xala herî nêzî vê jî sûcê cihêkariyê yê xala 122´yê ye. Lê belê li gorî Keskîn, di van bûyeran de kes ji vê madeyê nakeve ber lêpirsînê, yan jî doz di vê çarçoveyê de dest pê nakin.

NAVENDA NÛÇEYAN