Hinekirî mane guliyên şevê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 30 Îlon 2024 - 00:12

Weşanxaneya Nûbiharê ku vê pêlê gelek pirtûkên nû çap kirin cih da pirtûka helbesta ya helbestvan M. Zahîr Kayan jî. Helbestên Kayan ên nû ku weke gatayan hatine nivîsandin bi navê “Hinekirî mane guliyên şevê” hate çapkirin.

Weşanxaneya Nîbiharê pirtûka Kayan bi van gotinan dide nasîn;

“Ev berhema M. Zahir Kayan a dawî, ji 696 şiîran pêk tê. Her yek ji wan, bi terma gatayê hatiye binavkirin. Wî peyva gatayê ji bo şiîra xwe daniye; lewra di Îrana qedîm de lawijên herî kevnar, şiîra herî dêrîn, qewl û gotinên gatayê ne. Wî peyva gatayê ji bo dax û baxê dilê xwe kiriye behane. Belkî wî bi gotina gatayê, rola şiîra Kurdî derxistiye asteke pir muema, û di vê dîwanê de daye dû vê muemayê…Di vê pirtûkê de, estetîka lawij û kilama Kurdî bingeha şiîra wî ava kiriye. Ew vê carê ketiye pey şopa vegotineke antîk û qedîm.”

Pirtûkên M.Zahîr Kayan ên berê ev in; Hîç (2022), Asoyên Peyvên Sermest (2022). Ev pirtûk jî ji Weşanên Nûbiharê derketibûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.