- Kom dê her roj bi 6 skêcên cûda derkeve ser dikê. Ji niha ve lîstîkvanên koma Hinek Henekê bi kelecan li benda temaşevanên xwe ne.
Koma Hinek Henek dê 29-30-31'ê Tîrmehê de bi bernameyên taybet û skecên nû li Sahneya Servekirî ya Zarok Ma'yê ya semta Dîclekent a navçeya Pêyasê li pêşberî şanohezan be.
Kom dê her roj bi 6 skêcên cûda derkeve ser dikê. Ji niha ve lîstîkvanên koma Hinek Henekê bi kelecan li benda temaşevanên xwe ne.
Şanoger Berfîn Emekdar ku têkildarî bernameya taybet axivî bi lêv kir ku serdema îsal a şanoyê bi dawî bûye lê ji ber daxwaza temaşevanan plansaziyek bi vî rengî çêkirine. Emekdar diyar kir ku dê cara ewil li sahneyek servekirî skêcên xwe pêşkeş bikin.
AMED