Hincetên dewleta Tirk derew in

Çarşem 24 Tîrmeh 2024 - 02:25

35 partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevbeş da. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser gelên Kurd, Ereb, Suryan, Asur û pêkhateyên din ên Sûriyeyê û Iraqê siyasetên xwe yên dijminane yên li gorî projeya Mîsaqî Millî û zîhniyeta Osmaniyan didomîne. Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku dewleta Tirk li ser komkujî û qetlîmanên li dijî gelan û civakan ava bûye û heta roja îro li gorî heman zîhniyeta şovenîstî, qetilkirin, tirsandin û çewisandinê tev digere.

Di daxuyaniyê de behsa êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, siyasetên koçberkirin û guhertina demografiyê û gefên dagirkirin û îlhaqkirina deverên din jî hat kirin. Têkildarî Başûrê Kurdistanê jî hate gotin:"Dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî û şerê li dijî PKK’ê êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistana Iraqê didomîne, gund, bajar, darxistan û baxçeyan dike armanc da ku herêmê vala bike û bişewitîne.  Em tev dizanin ku ev hincet derew in. Gerîla li Sûriye û Iraqê roleke sereke di şerê li dijî DAIŞ’ê de lîst û Êzidî ji fermanan rizgar kirin. Ji wê demê heta niha Tirkiye destekê dide DAIŞ û El Qaîdeyê. Weke nûnerên partî, rêxistinên civaka sivîl, akademîsyen, siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan, gel û tevahî civakê em êrişên sîstematîk şermezar dikin. Em bang li hikumeta Bexda û hêzên nîştimanî yên Iraqê dikin ku li hemberî binpêkirin û sûcên dermirovî û xerabkirina xwezayê berpirsyariyên xwe yên mirovî, exlaqî, qanûnî û serdestî bi cih bînin. Li dijî kiryarên dewleta Tirk a dagirker em piştgiriya xwe bi gelê Iraqê re radighînin. Em bang li Komara Ereban û tevahî dewletên Ereban dikin, her wiha bang li tevahî hêzên nîştimanî û saziyên qanûnî û dîplomatîk dikin ku bêdeng nemînin, dengê xwe bilind bikin, li ber dagirkeriya Tirk a li bakurê Iraqê û bakurê Sûriyeyê û destwerdanên wê yên li dewletên Ereban berpirsyarên xwe bigirin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.