- Heftemîn Festivala Payîzê ya Hinarên Helebceyê li meydana futbolê ya bajêr dest pê kir. Qederê 400 cotyarên bajêr bi berhemên xwe tevlî festivalê bûne.
Heftemîn Festivala Payîzê ya Hinarên Helebceyê li meydana futbolê ya bajêr dest pê kir. Qederê 400 cotyarên bajêr bi berhemên xwe tevlî festivalê bûne.
Festival wê sê rojan dewam bike, û ji bilî berhemên çandiniyê gelek xwarinên Kurdewarî jî tê de tên nîşandan.
Têkildarî armanca festivalê Rêveberê Çandiniya Helebce Star Mehmûd got; “Armanca me nasandin û nîşandana berhemên cotyarên Helebceyê ye.
Ji ber ku hinarên Helebce taybet in û salane nêzî 30 hezar ton berhem digirin. Salane di vê festivalê de bi dehan ton hinar tên firotin.”
Rêkxirawên Helebce ev heft sal in ku Festivala Payîzê ya Hinarên Helebce bi hevkariya Rêveberiya Çandiniya Helebceyê li dar dixe.
ROJNEWS/HELEBCE