Hilbijartin hatin paşxistin

În 7 Hezîran 2024 - 00:32

Hilbijartinên Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku biryar bû 11’ê Hezîrana pêk hatiban, li ser daxwaza hevbendiyan hat paşxistin. Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûriyeyê derbarê mijarê de biryara hejmara /5/ da. Li gorî biryarê hilbijartinên şaredariyan ku çav li rê bû 11’ê Hezîranê hatiban çêkirin,  li ser daxwaza partî û hevbendiyên siyasî yên ku beşdarî hilbijartinan bûne, ji bo meha Tebaxê hatin paşxistin. Di biryarê de hate gotin:"Li ser daxwaza partî û hevbendiyên siyasî yên ku beşdarî hilbijartinan bûne, dîsa ji ku proseya hilbijartinan bi awayekî demokratîktir derbas bibe, Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar da ku hilbijartinên ku çav li rê bû 11’ê Hezîranê çêbibin, taloqî 8’ê Tebaxê kir. Partî û hevbendiyên siyasî yên ku beşdarî hilbijartinan bûne ji komîseriyê xwest in ku dema hilbijartinan were taloqkirin. Li gorî partî û hevbendiyên beşdarî hilbijartinan bûne, dema ku propgandaya hilbijartinan a ji bo namzetan hatiye diyarkirin teng e. Sedema din a taloqkirinê demeke têr lazim e ku bangawazî li rêxistinên navneteweyî were kirin da ku çavdêriya hilbijartinên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Partî û hevbendiyên siyasî yên ku daxwaza taloqkirina hilbijartinan kirine ev in: Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê, Lîsteya bi hev re ji bo Çêtirîn Raje û Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî)."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.