Hilberîna gazê rawestiya

Çarşem 30 Mijdar 2022 - 01:47

SOLÎN EHMÊ/ANHA / QAMIŞLO

 

Ji şeva 19-20’ê Mijdarê ve artêşa Tirk a dagirker Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike, di encamê de zirarên mezin gihiştin saziyên xizmetguzariyê, kargehên mirovî, tenduristî û kargehên petrolê yên herêmê.

Di 23’ê Mijdarê de artêşa Tirk a dagirker kargeha gazê ya gundê Siwêdiyê ya li başûrê navçeya Dêrikê ya Kantona Qamişloyê kir hedef û di encamê de kargeh rawestiya û gaz li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û elektrîk li herêma Cizîrê qut bû.

Kargeha gazê ya Siwêdiyê çavkaniya tekane ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya gaza malan e, her wiha stasyona derxistina elektrîkê ya Herêma Cizîrê (Kantonên Qamişlo û Hesekê) ye.

 

Elektrîk ji ser Cizîrê jî qut bû

Rêveberê kargehê, Egîd Ebdulmecîd got, “Kargeh ji bo herêmê pirr giring e, ji ber ku ew ji tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re gaza malan (RBC) û ji Herêma Cizîrê re elektrîkê peyda dike. Ji bo hilberandina elektrîkê, pêwîstî bi gazê heye, ew gaz jî bi rêjeya ji sedî 40 ji gaza kargeha Siwêdiyê bû. Lê ji ber topbaranê, gaza pêwîst ji bo hilberîna elektrîkê, qut bû.” 

Egîd Ebdulmecîd diyar dike ku neçar in ku gaza malan ji derve bînin, tûpa gazê bi 5 hezar lîre bû. Lê lêçûna anîna tûpê ji derve, 25 hezar lîre ye.

 

Bê navber êrîş didomin

Li aliyê din, li gorî agahiyên ajansan, balafirên dewleta Tirk rojhilat û başûrê Kobanê gundê Qeremoxê bombebaran kirin. Her wiha bi çekên giran êriş birine ser Tepê Miştenûrê, gundikê Ehmed Munîrê yê Kobanê û navenda tenduristiyê ya gund. Dewleta Tirk di 24 saetên dawî yên doh de bi 277 guleyên topan gund û navçeyên kantonên Efrîn û Şehbayê jî kirin hedef.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.