Hikumeta veguhêz ji peymanê direve

Pêncşem 4 Kanûn 2025 - 09:14

Siyasetmedaran dan zanîn ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê pêkanîna peymana 10'ê Adarê, ji ber zextên derve û tirsa pêkanîna nenavendîbûnê dereng dixe. Siaysetmedaran diyar kirin ku peyman derfeteke mezin e ji bo çareseriyeke siyasî ya berfireh li Sûriyeyê.

Siyasetmedar û çalakvanên civakî der barê Peymana 10'ê Adarê û sedemên derengxistina pêkanîna wê axivîn.

Endama nivîsgeha têkiliyan a Partiya Demokrat a Kesk, Şêrîn Ebas diyar kir ku pêkanîna peymanê "ji ber çend egeran, ji hêla hikûmetê ve tê derengxistin, yek ji wan destwerdana dewleta Tirkiyeyê ya di biryarên hikumeta veguhêz de ye.”

Şêrîn Ebas wiha lê zêde kir: "Hikûmeta veguhêz hewl dide ku pêkanîna peymanê ji ber du sedeman rawestîne; ya yekem, ji bo ku xwe ji civaka navneteweyî re îspat bike û ya duyem, ji bo qezenckirina demê da ku naveroka şoreşê têk bibe."

Nûnerê eşîra El Sada El Şêxan Fehed El Şêxan got: "Peymana 10'ê Adarê ji bo welat derfetek girîng e ku ber bi qonaxek erênî ve biçe, lê mixabin, hikûmeta veguhêz a li Şamê ji ber sedemên navxweyî û derve, bi taybet ji ber destwerdana derve, pêkanîna wê dereng dixe. "

Endama Meclisa Civakî ya Ermenî Sîvan Îbo got peymana 10'ê Adarê "rasterast bandorê li ser pêvajoya diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta veguhêz de dike" û destnîşan kir ku "piştî peymanê, me dît hikumeta veguhêz ji peymanê direve, ji ber ku ew ji daxwazên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ditirse. "

Sîvan Îbo got: "Tirsa hikumetê ji wê yekê ye ku desthilatdariya xwe ya navendî winda bike, beramberê pergala ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatiye pêşniyarkirin ku ew pergal, ji bo tevahiya Sûriyeyê pêşketineke demokratîk e.”

ANHA/HESEKE/BILIND HACÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.