Hikûmeta Hewlêrê berpirs e

Çarşem 31 Tebax 2022 - 21:33

  • “Tirkiye bi alîkariya hin hêz û rayedarên Herêma Kurdistanê van kuştinan dike. Kujerên li ser navê Tirkiyeyê, li vir hikûmeta herêmê ye." 

Rêveberê Tevgera Azadî, Mihemed Ebdullah got, li  Herêma Kurdistanê ewlehiya siyasetvanan nemaye û wiha peyivî:

“Tirkiye bi alîkariya hin hêz û rayedarên Herêma Kurdistanê van kuştinan dike. Kujerên li ser navê Tirkiyeyê, li vir hikûmeta herêmê ye." 

Li Başûrê Kurdistanê ji bilî êrişên dewleta Tirk ên ji bo dagirkeriyê, reşkujiyên li dijî siyasetvanên Kurd jî dewam dikin.

Siyasetvan Zekî Çelebî yê ji Wanê di 18'ê Gulanê de di kargeha xwe de di encama êrişa çekdarî de şehîd bûbû. Piştî 3 mehan jî, endamê Konseya Rêveber a Tevgera Azadî, Mamoste Şemal (Suheyl Xurşîd Ezîz) li Kifrî li ber deriyê mala xwe bi êrişeke çekdarî hat şehîdkirin. 

Rêveberê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah li ser şehîdkirina Mamoste Şemal ji Ajansa Mezopotamtyayê re peyiviye.

Wî got, Mamoste Şemal bi 5 guleyan hatiye qetilkirin û ev agahî dan: "Di 28’ê Tebaxê de saet 13.30’an mamoste Şemal dema vedigeriya malê li ber deriyê mala xwe bi 5 guleyan hate qetilkirin. Di kamerayên ewlehiyê yên li herêmê de 2 kesên ku rûyê wan vekirî hene. Lê belê ji bo girtina van kujeran ti hewldaneke asayîşê nîne. Ji ber wê jî heta niha ti kes nehatiye girtin. Êdî ewlehiya vê herêmê nemaye. Siyasetvan, komên demokratîk û sazî û partiyên din ên çalak, ji bo ewlehiya xwe û malbatên xwe miracaetî dewletên derve dikin. Hikûmeta herêmê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî herêm vegûherandiye meydana terorîzmê. Ev der yek ji wan cihan e ku îstîxbarata Îranê û ya Tirkiyê herî zêde lê hene."
 
Li vir kujer hikûmeta herêmê ye

Ebdullahî diyar kir ku di her êrişa li dijî siyasetvanekî herêmê de hikûmeta Herêmê li pişt heye û got, “Dewleta Tirk dixwaze ku li Mûsilê Mîsak-î Milli pêk bîne. Dewlet bi awayekî eşkere jî dibêje, pêwîst e li Mûsilê peymana xwe ya neteweyî [Mîsak-î Millî] pêk bîne û di vê çarçoveyê de xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike. Şehîd Mamoste Şemal yek ji têkoşerên têkoşîna azadiyê ye û ev nêzî 30 salan e, bênavber têdikoşe. Ew dîroknas û erdnîgarekî jêhatî bû, di pirtûkên xwe de hebûna Kurdistanê li Kerkûk û Mûsilê bi zelalî nivîsandiye. Ji ber vê yekê bû hedef. Erdogan bi êriş û kuştina siyasetvanan herêmê wêran dike. Kujerê li vir li ser navê Tirkiyeyê tevdigere, hikûmeta herêmê bi xwe ye."

MÎT û PDK bi hev re organîze dikin

Mihemed Ebdullahî da zanîn ku li herêmê ewlekarî nemaye û wiha peyivî: "Li Herêma Kurdistanê ewlekarî êdî nemaye. Li her devera cihanê ewlekariya gel tiştekî pêwîst e, lê li vir berovajî wê ye. Têkiliya MÎT û PDK'ê ya li vir, pirr xurt e. Pêşî PDK hevalên me dixe bin çavderiyê, piştre li wan digere û dixwaze ku bi wan re bixebite. Heke qebûl nekin, vê carê gefa kuştinê li wan dixwin. Mînaka vê ya herî berbiçav a zelal Zekî Çelebî ye, kujerên wî diyar in, lê asayîş wan diparêze, vedişêre û eşkere nake. Ev nîşan dide ku peywendiya hêzên ewlehiyê û îstixbarata li vir bi MÎT'ê re heye."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.